Kurdish Online Group
Online:

Тосьне Решид

ÊZDÎYATÎ OLEKE HÊ JÎ NE NASKIRÎ


ÊZDÎYATÎ OLEKE HÊ JÎ NE NASKIRÎ

                       TOSINÊ   REŞÎD

                               
ÊZDÎYATÎ

                                      

                   OLEKE
HÊ JÎ NE NASKIRÎ

 

 

 

Çapa duyem. Bi hinek guhastin.

Çapa yekem “Roja Nû” Stokholm, 2004

 

  

Ji bo bîranîna wan seda hezara cangorîyên êzdîyan, wekî ji
bo bawarîyên xwe olî hatin qetil kirin.

 

 

 

                

       NAVEROK

 

Pêşgotin                                  

Bi sedsalan nêrînên şaş                             

Êzdîyatî, rehên
dîrokî                       

Koçberîyên dîrokî              

Bawarîyên êzdîyan               

Nîşanên
êzdîyan                            

Çend nimûn ji toreya êzdîyên Kavkazê          

Êzdîyatî berî Şêx
Adî                            

Himberî hev kirina ola êzdîya bi çend olên deverê
re           

Ji dîroka
êzdîya                      

Şêx
Adî         

Şêx
Şems                   

Lalişa
Nûranî             

Pantêona êzdîyan

Salnema êzdîyaye olî

Sazîya civaka êzdîyan

Pirtûkên ola êzdîyan

Êzdîyên Kavkazê

Êzdî, kurmanc, kurd?

Têkstên êzdîya

Rûpêlek ji dîroka kurdên êzdî

Paşgotin

Bîblîografîya

 

                                                       PÊŞGOTIN

 

Ez li gundekî êzdîya hatime dinê.  Hê rast li zozana wî
gundî; werê Xudê Nado, ku navbera herçar qotê çîyayê Elegezê de bû, serê
gelîyên Ampûrê û Erqesanê.  Besa werê Xudê Nado di strana “Şevavê”[1] de tê kirin, Romîyê Qurdo gundîyê me
bûye.

Gundê me, Kûrekend (ku ji sala 1977-a navê wî bû Fêrîk, bi
navê şorişvan, beşdarê Şorişa Cotmehê û Cenga bajarvanîyê, Fêrîk Polatbêkov) ku
demekê gundekî şên bû, piştî zilma sala 1937-a, tunebûn û nangranîya salên
Cenga Cihanîyê ya Duyemîn û salên pey re, tenê panzdeh mal mabûn.

Dibistana gund heta koma (kilasa) çaremîn bû û piştî wê
divêt em biçûna dibistana gundê cînar, ku gundê ermenîya bû.  Gundê me li
navçê gundê êzdîyan, yê tek tenê bû, dor gundê me gişk gundên ermenîya
bûn.  Û di hingê de heta niha, hema bêjî ez herdem nav xelkê ji ol û
netewên mayîn de bûme.  Û di hingê de heta niha eger ne her ro, her hevte,
qet na mehê carekê, du caran ji min pirsîne, ka ez ser çi olê me û em çi
diparêzin.

Salê zarotîyê sonda ser zarê me bi navê Şems bû û me digot
em Roj ê diparêzin.

Paşê sal buhurîn û niha êdî nayê bîra min me ji ku anîbû, lê
me digot em pûtperestin.

Salên xwendkarîyê, gava pêwendîyên me bi kurdên ji
Kurdistanê re çê bûn, hinek pirtûkên li der çapbûyî me xwendin, vê carê me
digot, em zerdeştîne.

Lê bal mezinên me ev problêm tune bû.  Wan digot em
êzdîne, em Xwedê bê heval û bê şirîk diparêzin.  Xweyê me Melekî Tawis e,
serokê hevt melekan.  Ola me ya lape kevn e û havênê mêrê êzdî 500 sal
berî Adem êdî hebû.

Ev ji bo wan rastîya Xwedê bû, pêvîstîya mak kirina wê
rastîyê tune bû.

Ji bo me ne hêsan bû van bawarîyan bal bîyanîyan mak bikin.

Di gundê me de rûmeta olê bilind bû.  Şêxê biskê, pîr,
birê axretê û merebîyê me hebûn û çûyîn hatina wan mala me kêm ne dibû. 
Xên ji wan dunavên[2] me ku ji gundê me der dijîn, usan jî çend
malên dunavan li gundê me hebûn; du malên şêxa (Şêxê Şemsanî) û çend malên pîra
(pîrê Kemala, pîrê Îsêbîya, pîrê Omer Xala).  Lê ji talebextan re tu cara
yekî ji wan şertên ola me ji me re negot, piranîya wan qewl usan digotin, wekî
em ji devê wan tiştekî tê nedigihîştin.  Bê guman menîke vê yekê jî ew bû,
wekî piştî avabûna sîstêma sosîyalîzmê, atêyîzm bû ramyarîya (sîyaseta) fermî û
gelek xwendîya dest bi propoganda dijî ola êzdîya û nonerên wê kirin.  Ji
vê jî bêbawarîk di navbera xwendîya û dunavan de çê bibû.  

Dayka min dîndareke ji dil bû. Navê Xwedê û Şems hema usan
ser zarê wê bûn.  Lema jî ji salê zarotîyê mêla min ser pirsên ola êzdîyan
hebû.  Lê propoganda fermî û sîstêma xwendinê bal me ew bawarî çê kiribûn,
wekî nonerên olîyê, dunav, gişk ji bo kara xwe xelkê dixapînin.

Ji ber vê jî min dest pê kir bersiva pirsên xwe di pirtûkan
de, bal zanîyaran bigerim.  Lê berî gişkî ser ola êzdîya kêm tişt min
karibû di pirtûkan de peyda bikim, paşê jî çi ku zanîyara ser ola êzdîya
dinvîsî û çî ku min didît û dibihîst, gelekî dûrî hev bûn.

Gava ez hatim Australîya piştî demekê Koma lêkolînên Kurdî,
ku li Zanîngeha Dekan hatibû damezrandin, ji min xwest ez sêmînarekê ser ola
êzdîya bidim.  Min ji wan re got, wekî ez kêm tiştî ser ola êzdîyan
zanim.  Lê ew ji berpeyvka xwe venekşîyan, wan got qet na ser wan pirsan
rawestim, ka ola êzdîya bal êzdîyên Yekîtîya Sovêta berê di çi rewşê de ye.

Çawan jî hebe, gava sêmînarekê didî, tu dixwazî zanibûnên te
ser pirsê baş bin û min hinek pirtûkên, ku di wan de malûmatî ser ola êzdîya
hebûn, xwendin.  Min bersivên pirsên xwe di wan pirtûkan de nedît, hela
serbara ser de pirsên nû bal min peyda bûn.

   
          *

Bi sedsalan pêwendîyên civakên êzdîyan bi civakên cînar re
sînorkirî bûne.  Ew ku civakên cînar ola êzdîya nas ne kirine û bi
sedsalan dijminayî ji wê olê re kirine, rê pêşîya bi nêzîk ve naskirina wê olê
girtîye.

Di civakên êzdîyan de, di rewşa nexwendîtîya giştî de,
dogmên heyî bi tam hatine pejirandin, tu bingeh û şûn ji bo gotûbêjê û munaqeşê
nemaye.  Lê gava êzdîyan dest bi xwendinê kirin, pêwendîyên wan bi civakên
mayîn re xurt bûn, gelek êzdîyan bi xwe dest pê kirin bingehên ola xwe himberî
olên xwey pirtûk bikin, bal wan pirs peyda bûn.

Bi taybetî êzdîyên Yekîtîya Sovêt, ya berê û êzdîyên li
welatên Avropa bi cîh bûne pir caran neçar dibin bersiva pirsên bîyanîyan der
heqê ola xwe de bidin û her kes nîne, ku dikare bersiva wan pirsan bide.

Tune bûna pirtûka olîyê ku nav civakên êzdîyan gişkan de
belavbûyîbe û ji wan re bibe rênîş, wê pirsê dijwartir dike.

Bê guman niha rewş tê guhastin.  Deste zanîyarên
têgihîştî bi lêkolîna ola êzdîyan ve bûne gîro.  Tiştekî şabûnêye, wekî
Mîrê Êzdîxanê û dunavên me, bi piranîya xwe ve, piştgirtina wan dikin. 

Min jî xwest gor karibûna xwe, ser bingeha malûmetîyên
çapbûyî û gotinên dunavên me, yên ji Ermenistanê, qet na hinek pirsan zelal
bikim.

Ew yek wê çiqwasî ji min re li hev bê, ew jî Xwedê zane.

 

  
                     *

Di dîroka mirovayê de olê, dîn roleke gelek mezin lîstiye û
hê jî dilîze.

Heta çend sal berê jî gelek sîyasetmend û roşinbîr ser wê
bawaryê bûn, wekî çiqwas here rola dîn wê sist bibe û di pêwendîyên kesa, komên
êtnîkî, gelan û welatan de hew dikare bibe faktoreke giring.  Pêwendîyên
aborî welat û gel usan qepeçe kirine, wekî tu tişt nikare zora wan pêwendîya
bibe.  Lê bûyarên van bîst, sî salên dawî ew bawarî dan guhêrîn.  Bi
taybetî piştî avîtîna şah û damezirandina Komara Îslamî li Îranê, bûyarên li
Îrlanda Bakûr, Afrîka, Başûr-Rojhilata Asîya û Rojhilata Navîn, bûyarên 11
Îlonê û cengên Afxanistanê û Îraqê, gava ol dîsan bû çekeke sîyasî, ya xurt,
zanîyar û sîyasetmendan dîsa guhdarîya xwe ser pirsên olê zêde kirin.

Kurdistanê, vê durîyana şaristanîya kevnar, bi dirêjaya çend
hezar salan, gelek nijad, gel, ol û çande dîtine.  Hê di destpêka dîroka
klasîk de ser axa Kurdistanê du şaristanîyên cihana kevnar, ên arî û samî rastî
hev hatine, bi hev re ketine têkilîya, pêwendîya, bandûra xwe ser yek û du
hiştine.  Û wan gişkan jî, pir yan hindik, ser wê axê şopa xwe
hîştine.  Ew şop bi taybetî di bawarîyên olî, yên gelên Kurdistanê de
dîhar dibin.

Heta îro jî ser axa Kurdistanê bi olên ji der hatî re tevayî
(xaçparêzî, îslam, yûdayî), çend olên bi bingeha xwe ve Kurdistanî jîyana xwe
didomînin.  Ji wan olan êzdîyatî, yarsanî û elewî hê jî parêstvanên xwe,
peyçûyên xwe pirin.

Ji bo têgihîştina dîrok û çanda gelê Kurdistanê yek ji
giringtirîn pirs, ew lêkolîna dîroka olên bi bingeha xwe ve Kurdîstanî ye.

Eger ji bo olên ji der hatî her tişt dîhar û zelal e, seva
olên cîh nikarî wê yekê bêjî.

Ev olana, bi bingeha xwe û şaxên xwe yên îroyîn ve, hema
dikarî bêjî piştî têkçûna Împêratorîa Mîdîya, timê jî olên bindest bûne. 
Bi sedsalan zor û zilm anîne serê peyçûyên wan, bi sedsalan ferman rakirine ser
wan, peyçûyên wan kuştine, talan kirine, gund û bajarên wan wêran kirine. 
Pirtûk û nîşanên wan, ên olî, ji wan standine û nema kirine.

Olên kurda, yên bi bingeha xwe ve Kurdistanî, usan jî bûne
mertaleke parastina kurdayetîyê.

Kurdan, gelek caran bi guhastina ola xwe, ziman û netewîya
xwe jî guhastine. Kurdên başûra Zagrosê, gava ola yarsanîya terikandin û bûne
misilmanên şiîya, bere-bere zimanê xwe jî ji bîra kirin û niha xwe wek lûr, yan
jî fars nas dikin.

Bi bawarîya Mehrdet R. Izady îro ji kurdan 30-35% ne
misilmanin.[3]

Lê zanîyar û dîroknas, çi kurd, çi bîyanî xên ji ola îslamyê
pir caran tenê ola êzdîya bîr tînin û gor bawarîya wan ji kurdan 5% êzdîne.

Şeref xan Bîdlîsî di “Şeref namê”[4] de dinvîse wekî eşîrên kurda gişk
îslamin, sunîyê şefêyîne, xên ji çend eşîrên ûlûsa, ku bi Mûsil û Sûryayê ve
girêdayîne, bo nimûn, tasnî (dasinî- T.R.), xaltî, basîyan, usa jî beşên eşîrên
botîya, mehmûdîya û dimilîya, ku terîqeta êzîdîya diparêzin 

M. Mehmût Bayazêdî di pirtûka “Adetên Kurdistan”[5] de dinvîse;   “Li Kurdistanê ji
Eqradan (kurdan – T.R.) taîfa Êzdîyan jî heyîn ko Misilman nînin.  Êzdî
ne, rism û ayîn û erkanêd wan jî cê (cihê – T.R.) ne”.

  Dîroknûsên Ardilanê jî (Mah Şeref xanim Kurdistanî [6], Xosrav îbn Muhemed Banî Ardalan [7]) seva kurdan xên ji ola îslamê tenê ola
êzdîya bîr tînin.

Çawa tê xuyayê wan elewî, yarsanî (kakeyî) wek terîqetên
îslamê pejirandine, çi ku ne bi cîh e.

           
                        *

Piştî zilm û zora hezarsalan ji êzdîxana ku demekê ji
Antîyokê heta Urmîyê, ji Sêvazê heta Kirkûkê belav dibû û serdest bû[8], îro çend cîya civakên ji hev perçe bûyî
û bi jimara xwe ve ne pir mezin mane.  Ji wan perça yek jî êzdîyên
Yekîtîya Sovêtê ya berê ne.  Berî perçebûna Yekîtîya Sovêt ew bi giştî li
komarên Ermenistanê û Gurcistanê diman. Êzdîyên Gurcistanê hema dikarî bêjî
gişk ji Ermenistanê çûbûn û mirovên gişkan li Ermenistanê hebûn. 
Çûyîn-hatin pir bû û jîyana olî, ya êzdîyên herdu komaran mîna hev bû.

Demên buhurî pêwendîyên vî perçeyî bi parêstgeha êzdîya, ya
sereke, Lalişa Nûranî re, bi mala mîra ra, bi rîya qewalan pêk dihat.  Her
sal qewal ji Lalişa Nûranî dihatin, Tawis digerandin.  Lê piştî
damezrandina Yekîtîya Sovêt sînor hatin girtin û ew pêwendî jî qut bûn, qewalan
hew dikaribûn bên û herin.

Koma qewalên dawî, ku êzdîyên Kavkazê zîyaret kirin û Tawis
gerandin, berî Cenga Cihanîyê, ya Yekemîn, sala 1914 an hatibûn.  Gava
dest bi şêr dibe, dû re li Rûsîya Şorişa Cotmehê pêk tê, rê têne girtin. 
Ew qewal li Ermenistanê dimînin û tenê sala 1929 an ser Birîtanîya re digihîjne
dewleta dû çûyîna wan re damezirandî, Îraqê.

Bi vî teherî dor heyştê salî tu pêwendî di navbera êzdîyên
Yekîtîya Sovêt û êzdîyên welatên mayîn tune bûn.

Di van şertên perçebûnê de, gava di destên dunavan de tu
pirtûkên olî tune bûn, di şirovekirina hinek bawarîyan de nikaribû cihêtî çê
nebûna.

Di vê lêkolînê de ez ê gor nêrîna êzdîyên Yekîtîya Sovêta
berê, ser xas û şertên ola êzdîya rawestim.

 

               
*

Di qewl û beytên êzdîyan de, di axavtina dunavên êzdîyan de
navên hinek xasên êzdîyan bi teherê kurt kirî rastî me tên. Min ew nav ne
guhastine; li kî derê çawan hatîye gotin, min usan nivîsîye.

Ew navên kurt kirî ev in; ji Şêx Adî re dibêjin Şîxadî, jî
Şêx Şems re dibêjin Şêşims, ji Şêx Hesen re dibêjin Şîxisin, ji Hesin Meman re
dibêjin Hesmeman, Esmeman, ji Mehmed Reşan re dibêjin, Mamereşan.


*    *

Ji bo jimara êzdîyan û cîhên ew lê dijîn, malûmetîyên tam
dest me de tunene.

Layard, A.H., ku nîveka yekemîn yasedsalîya XIX êzdî zîyaret
kirine û yekemin avropî bûye ku cejna Cam bi çavên xwe dîtîye, dinvîse: 
“Eşîrên êzdîya li bakûra Sûrîya, li Kurdistana Bakûr, Gurcistanê (ku koçberî
wir bûne), Çîyayê Tûr, Botanê, Şêxanê û Mizûrîyê tên dîtin. Li deşta bingehên
wan ên sereke li van gundan e;  Baazanî, Baaşêîxa, û Sêmil”[9].

Îro êzdî li gelek welatan belav bûne.  Bê guman dîsan
jî giranîya êzdîyan li Başûra Kurdistanê li deverên Şêxan û Şengal dijîn. Êzdî
usan jî li Sûrîya, deverên Cizîrê û Çîyayê Kurda, li Tirkîyê li Wêranşeher,
deşta Sirûcê, Bişêrîyê û çend deverên mayîn hê jî mane, lê jimara wan lap kêm
e.  Berî hevberdana Yekîtîya Sovêt êzdî li komarên Ermenistan û Gurcistan
diman. Lê niha ew seranser Rûsîya û çend komarên mayîn belav bûne.

Ji salên 60-emîn dest pê kirî gelek êzdîyan koçî Avropa
kirîye.  Giranîya wan li Almanîya û Bêlçîka bi cîh bûn, lê li welatên
Avropaye mayîn jî hene. Piranîya wan ji Tirkîyê koç kirine.  Lê îro li
Avropa tu dikarî usan jî êzdîyên ji Sûrîya, Îraq, Ermenistanê û Gurcistanê
bibînî.  Jimareke êzdîyan, ya biçûk usan jî koçî Amêrîka û Avstralîya
kirine.

Di derbarê jimara êzdîyan da tu malûmatîyên rêk û pêk di
dest me da tunene.

Sala 1892 an Omer Wehbî paşa ji mîrê êzdîya dixwaze, wekî ji
navê mîlîyonek sed hezar êzdî ji siltanê Osmanîyê re namê binvîse, ku ew
dixwazin bibin misilman[10]

Gor malûmatîyên di çapemenîya kurdî de van demên dawî dîhar
dibin, îro li Başûra Kurdistanê dor 650-700 hezar êzdî hene.  Bi bawarîya
me jimara êzdîyên Ermenistanê, Gurcistanê û yên ji wan komara derketine Rûsîya,
divêt dor 200-250 hezarî be.  Li welatên Avropa jî jimara êzdîya gerek dor
50 hezarîbe.  Jimareke êzdîyaye ne mezin îro li Sûrîya û Tûrkîya maye.

Eger em wan gişkan bidin ser hev, dike dor mîlîyonekî. 
Hê kêm ne ku sala 1892 an tenê li împêratîya Osmanîyê hebûn.

Lê jimara xelkên deverê lap kêm deh caran zêde bûye.

 

 

 

 

                Bi
sedsalan nêrînên şaş

 

Êzdî, gava gilî tê ser dogme û bawarîyên wan bi xwe, xwe
xamîyê davêjin û dewsa nezana datînin.  Lê gava pirs ji wê têmayê der e,
ew dibine xweyê hêza karibûnê, ya rada dawî û mîna simêlên mêşaye hesîntenik
her tiştî tê digihîjin.  Ew dikarin bê deng du’a bikin, çi ku heyîtya olê,
ya rast e.  Û ji şûnên pîroz gişkan ku min nav şêst salên jîyana xwe de li
rojhilat û rojava zîyaret kirine, ev gelîyê Şêx Adî, Mekka gelekî li cihanê
gişkan pirtir zêrandî û nehatî famkirin, dibe cîyê lapî hizkirî û lapî
pîroz.  Li vir yek dikare gîyana Grail ê Pîroz dîhar bike, yan jî hê rast,
xwedênasîya Saint ê Assisi, ya geş.  Li vir tiştek paqij, bê dawî û ciwan
maye, tiştekî aşt û zelal wek gîyan.

 

E. S. Drower, Peacock Angel, London, 1941, rû. 171.

 

Dîroknûsên Rojhilata  Navîn yan bi xwe nonerên malbetên
hukumdar bûne, yan jî bi temba wan hukumdaran berhemên xwe nivîsîne.  Bi
taybetî gava gilî hatîye ser gel û komên xwedîyê bawaryên ji wan cihê,
nivîsarên wan gelekî ji obcêktîvyê, rast bûnê dûr in.  Di wan de pir caran
malûmetyên der heqê wan bizavên netewî û olî, yên ji wan cihê, ew ên wan
nikaribûne ji holê rakin, cîh negirtine.

Êzdîyan pir caran ola xwe ji bîyanyan veşartine, lema jî
hinek avropya jî ser êzdîya û ola wan anegor bawarya xelkên dor wan nivîsîne,
ku bêtirî caran bi dijminayî bûye.

Usan  derketîye, wekî pir caran dîroknûsên cîh bi
dijminayî, yên avropî jî bi nezanî nivîsîne.  Ji ber vê jî, di berhemên
wan de, kêm tiştên ku hêjayî bawarîyê bin gihîştine destên me.

Bo nimûn, zanyarekî ewqas mezin, çawan Şeref-xan Bîdlîsî,
gava gilî tê ser êzdîya û ola wan gotinê xwe timê bi têrmînên pîs, kafir û yên
wek wan “dixemilîne”.  Ji ber ku gor îslama fermî ola êzdîya ne xewdî
pirtûka olî ye, usane ji qanûnê der e.

Awa, seva mîrên Cizîra Botan ew dinvîse:  “Demekê edet,
rabûn û rûniştandina wan û eşîrên êzdîya, yên pîs, yek bûn. Lê dawîyê
dilovanîya Xwedê ser wan da hat û wan ew kafirî hişt.”[11]

Gava gilî tê ser mîrên mehmûdîya, Şeref xan Bîdlîsî dûr û
dirêj derheqa mîrên wan û şerên wan kirî da gilî dike û tu cîya nanvîse, wekî
ew êzdî bûne, lê gava gilî tê ser Hesen beg b. Îvaz beg b. mîr Hemîd, ew
dinvîse wekî di dema wî mîrî de eşîrên mehmûdîya dest ji dînê êzdîya kişandin.[12]  Lê hilbet nanvîse piştî çi zilm û
zorê.

Seva eşîra mehmûdîya Şeref xan Bîdlîsî dinvîse, wekî Xoşab,
Aşût, û Albak milkê eşîra mehmûdîya bûn. Albak ser sînorê Îranê û Tirkîyê ye,
bi çîya ji Salmasê cihê dibe, Aşût bajarekî devê çemê Zaba Mezin e li bakûra
Amêdîyê, Xoşab jî li başûr-rojhilata bajarê Wan e û 45 km ji Wan e dûr e. 
Usane wê dewranê devereke mezin di bin destê mîrên mehmûdîyan de bûye.

Şeref xan Bîdlîsî bi xwe dinvîse wekî di para duyemîn a beşa
sêyemîn, a pirtûka wî de donzdeh serî hene û dinvîse kîjan serî wê der heqê
kîjan eşîr, yan jî mîrgehan de bin.  Gor wê nivîsarê divêt  serê VII
ser mîrên zarza, serê VIII ser mîrên astûna û serê IX ser mîrên dasinya
bûna.  Lê ev serî di tu destnivîsareke “Şeref namê” de nehatine dîtin. Ji
van hersê eşîra lap kêm dasinî û zarza êzdîne.[13]

Gelo Şeref xan Bîdlîsî dûarojê ji birîyara xwe vekşîyaye û
ew serên ser mîrgehên êzdîya ne nivîsîne, yan dûarojê hinekan ew ji berhema wî
derxistine, ji me ve ne dîhar e.  Lê têbînîya yekemîn hê nêzîkî rastîyê e,
ji ber ku di wê nuxsa “Şeref namê” de jî, ku Şeref xan Bîdlîsî bi xwe qol
kirîye, ew serî tunene[14].

Xosro xan îbn Muhemed Banî Ardilan di pirtûka xwe de
dinvîse:  “Bi gilîkî Xan Ahmed xan biryar da eşîra daşnî (dasnî - T.R.)
qirke û ji rûyê dinê bide hildanê û êrişî wan kir”[15]

Ne kêm, ne zêde!

Tiştekî mayîn jî bûye hasêgeh ji bo bi obcêktîvî nasandina
ola êzdîyan.  Herdu; zanîyar û rêwîyên çawan rojhilat, usan jî rojava, yên
berê, bi şertên “Olên xwedî kitêb “ berbirî ola êzdîyan dibûn.[16]   Piranîya wan bi sixêma berê
di serê xwe de damezirandî pirs didane êzdîya û ji bersivên wan tenê ew
hildidan, çi ku di sixêma wan de bi cîh dibû. 

Çi ku tê ser êzdîyan bi xwe, heta niha tu nivîsarên wan ser
dîrok û ola wan bi xwe peyda nebûne.  Bê guman ji bo piranîya êzdîya
xwendin û nivîsar guneh bûye, lê dîsan jî hinek malbetên şêxan mafê wan hebûye
bixwînin û binvîsin, nav wan de zanîyarên naskirî jî hebûna û nayê bawarkirin,
wekî wan tu tişt ne nivîsîbe û pey xwe ne hîştibe.  Lê piştî wan ferman û
êrişên dirinde ku ji nonerên ola zerdeştîya, xaçparêza, ji xelîf Emerê kurê
Xetab û Beddredîn Lulu dest pê dibin û digihîjne heta siltanê Osmanîyê Ebdul
Hemîd û Cenga Cihanîyêye Yekemîn, gava heta hestuyê xasên êzdîya jî ji gora
derxistine û şewitandine, êdî ku ma nivîsar!

Senceqên wan ji wan stendine, pirtûkên wan ji wan stendine,
mişûrên wan ji wan stendine, nîşanên xas û bavçakên wan ji wan standine!

Gerek mirov metel nemîne, wekî ji kelepûrê êzdîya kêm tişt
gihîştîye destên me, gerek meriv metel bimîne, çawan piştî ewqas ferman,
gelkujî, fanatîzma olî, ya dijî wan, wan bi hezarsalan ber xwe daye, ola xwe
parastine û gihîştine rojên me.

Çi ku ser êzdîya ji dewranên buhurî gihîştîye destê me jî,
bê guman pir tişt hatîye feş kirin.  Awa ji destnivîsareke Şêx Adî, ku li
Bêrlînê tê xwey kirin, navê Şêx Adî ser hatîyê reş kirin û dewsa navê wî, navê
hemdemê wî Ahmed b. Alî er-Rifai hatîye danîn, ku hîmdarê tekîya sofîyên sunî
bûye.[17]

Heta di weşaneke usan de, çawa Ensîklopêdîya ‘Britanica’ ye,
seva ola êzdîya nivîsare, wekî ew ji tevkirina êlêmêntên ji olên Zerdeştîyê,
Manahîyê, Yûdayê, Xaçparêzê, Nêstroyan pêk hatîye.[18]

Lê seva pirtûkên ola êzdîya, ‘Mesheba Reş’ û ‘Kitêba Cilwe’
dinvîse, wekî ew bi zimanê erebî hatine nivîsar.[19]   Ew jî gava ev pirtûk dikarin
bên dîtin, çawan nimûnên ji kevntirîn peykarên nivîsar, bi zimanê kurdî, zaravê
kurmancî.

Dema weşaneke wek ‘Britanica’ usa dinvîse, êdî ji xelkê
mayîn çi dixwazî.

Belê, zanyarên rojava jî di vê pirsê de pir bi pêş ve
neçûne.  Awa zanekî ol û evsenetîyên Rojhilata Navîn Jan Knappert di
pirtûka “Ênsîklopêdîya evsenetî û olên Rojhilata Navîn” de peyva  yezidi
(ku bo navê êzdîyan e) awa şiro dike:  “Komeke farsa ku dêw (Lusafer)
diparêzin…”[20]

Kurdnasa Yekîtîya Sovêtê T. Arîstova di pirtûka xwe, ya bi
navê “Kurdên Pişkavkazê” de dinvîse;  “Bi kurtî nêrîna ku di kurdnasîya
sovêtê de ser parastina êzdîya çê bûye, ev e; êzdî di gerdûnê de hebûna du
destpêka nas dikin, başî û xirabî; bi dîtina wan başî bi teherê Xwedê û xirabî,
bi teherê Melekî Tawis dîhar dibin.”[21]

O.F Vîlçêvskî ola êzdîya wek tekîya misilmanên sunî dibîne.[22]

Lîtêratûra ser êzdîya û ola wan bi nimûnên wa ve tijî ye.

Eger zanîyarên salên dirêj pirsên dîrok, ziman, çande û ola
kurdan ve mijûl bûne, çawan kurdnasên rûs, N. Ya. Mar û B. Nîkîtîn, ola êzdîya
wek oleke ji îslamîyê der, oleke serbixwe dibînin û bawar dikin, wekî ola
kurdaye berî îslamîyê êzdîyatî bûye, hinek zanîyarên mayîn, bi taybetî yên
pirsa kurda baş nizanin, zaneyê ola îslamê ne, bi sivikayî bi pirsê re nasin,
dîroka ola êzdîya ji Şêx Adî dest pê dikin û wê olê wek tekîya sofîyên misilman
raber dikin.  

Bê guman nivîsarên hêja jî hene. J.S Guest, P.G.
Kreyenbroek, R. Lescot û çendekên mayîn di pirtûkên xwe de nivîsarên zanîyarê
berî xwe ser ola êzdîya bi rexneyî tomerî dikin.  Ew usan jî hinek pirsên
ola êzdîya zelal dikin.  Lê ji talebextan re ew jî ola êzdîya ji Şêx Adî
dest pê dikin û şertên ola êzdîya dixwezin bi şertên ola îslamê şiro
bikin.  Heta navên kurdî ku tu pêwendîyên wan bi zimanê erebî ra tunene,
dikin erebî. P. G. Kreyenbroek, seva xudanekî êzdîya Dewrêş Erd, dinvîse Dewrêş
el-erd.[23]

Pirsek jî heye, wekî bi bawarya me bûye hasêgeh ji bo rast
têgihîştina ola êzdîyan.  Pir caran, gava kesên bîyanî ser ol û toreya
êzdîya ji wan pirs dikin, gelek êzdî xasên xwe, cejnên xwe, toreya xwe bi
himberî kirina toreya misilmanan û xaçparêzan raber dikin.  Ev du sebebên
wê hene; yek ji bo hêsanî tê gihîştinê, ji ber ku toreyên wan herdu olan
dîharin, yek jî bo bidin mak kirin, wekî ola êzdîyan jî mîna wan ola xwedênas
e, bawarîya şaş, ku heta niha jî bal gelekan ser ola êzdîya maye, bidin
guhastin.

Bo nimûn J.S. Guest dinvîse, wekî nav êzdîyên Ermenistanê de
rojî û cejn heye bi navê Sûrp Sargîs.  Rojî û cejna bi wî navî bal êzdîyên
Ermenisatnê tune.

Êzdîyên alê me (Kavkazê) xas û melekên ola êzdîya, pir caran
bi şaşî û bê bingeh, himberî yên ola xaçparêzan dikin.  Awa dibêjin, wekî
Xatûna Ferxan Meyrema dayka Îsa ye, Xidir Nebî, xasekî dêra ermenîya Sûrb
Sarkîs e û hinekên mayîn.  Vê carê gava pirs hatîye ser rojîyên Xidir
Nebî, ew êzdîyên ji J.S. Guest re bes kirine, ji bo ew baş tê bigihîje, gotine
ew Sûrp Sarkîs e.  Ji vir jî ew bawarîya şaş bal J.S. Guest çê bûye, wekî
cejneke êzdîyên Ermenistanê jî bi navê Sûrp Sargîs heye[24].  Hinek êzdî jî bi nezanîya
xwe  malûmetîyên şaş didine bîyanîya û ew şaşî di lêkolînên bîyanyan de
cih digrin.  Em bêjîn navê şûnekê bal êzdîya Serê Kanîyê ye.  Ji ber
ku gelek bîyanîyên çûne nav êzdîya yan bi xwe erebî zanibûne, yan jî bi xwe re
wergerên erebî birine, vê carê êzdî dewsa bêjin Serê Kanîyê, wî navî
werdigerînne erebî û dibêjin Rasl al Ayn.  Bal bîyanyan jî ew bawarî çê
dibe, wekî navê wê şûnê bi erebîye û usan jî ew nav di lêkolînên wan de bi
teherê erebî cîh digre.

Ji alîkî mayîn ve bi salan, dewranan cînarên êzdîyan, yên
misilman di der heqê ola êzdîya, deba wan, toreya wan, rabûn, rûniştandina wan
de prototîpekî şaş û bê bingeh çê kirine û vê qelpîyê ewqas dirêj dom kirîye,
ew qelpî ewqas hatîye gotin, ku piranîya kesên êzdîya bi nêzîk ve nas nakin,
bawarîya xwe wan tînin.

Niha di serên gelekan de ser ola êzdîya sixêmak çê bûye û
guhastina wê sixêmayê, ronîkirina rastyê, karekî mezin dixwaze.  Lê divêt
rasî dewsa wê sixêmayê bigre.

Ew ku bi dewrana nonerên olên cînar rastîya ola êzdîya nas
ne kirine, nepejirandine û ne xwestine nas bikin û bipjirînin, ew neheqî û
bêbextîke dîrokî, ya pir  mezin e.

Wê nas ne kirin û ne pejirandina ola êzdîya, bi şaş
şrovekirina bingehên wê olê, rê daye serhişkên mejûşûştî, ku bi seda fermanên
serê êzdîya rakin, bi mîlîyonan bikujin, jin û zarên wan bifroşne koletîyê, mal
û hebûna wan bi zor ji wan bistînin.

Û ev gişk bi navê Xwedê dihat kirin!

                                                       
*

Lêkolîna ola êzdîya ji alîyê êzdîya bi xwe, mirov dikare
bêje ji gotarên Qanatê Kurdo[25], Pîr Xidirê Silêman, Şêx Xelîlê Cindî û
taybetî bi pirtûka Pîr Xidirê Silêman û Şêx Xelîlê Cindî, “Êzdîyatî, li ber
rohnaya hindek têkstêd ayîna êzdîya, Korî Zanîyarî Kurd, Bexda, 1979”dest pê
dibe.  Pey re jimara kesên êzdî, ku bi dîrok û çanda êzdîyan ve bûne gîro,
sal bi sal zêde bûye.  Ew gor karibûna xwe dixwezin pirsên ola êzdîya û
dîroka wê olê zelal bikin.  Lêkolînên wan bêtir li rûpêlên kovarên “Laliş”
li welêt û “Roj”, “Dengê êzdîya” û “Laliş” li dervayî welêt tên weşandin. 
Niha tu di internet ê de jî dikarî gelek gotaran ser êzdîya û ola wan bixwînî.

Van salên dawîn li kovar û rojnameyên kurdî, yên giştî de jî
gelek gotar ser êzdîya û ola wan tên belav kirin.  Bi zimanên cihê çend
pirtûk jî çap bûne.  Ew lêkolînvan karekî hêja dikin, lê dîsan jî hindik e[26].

Çiqwas jî ji alîyê kurdnasên Yekîtîya Sovêt pir qewl û
beytên êzdîyan hatine berev kirin û çap kirin, lê ew dihatin raberkirin wek
nimûnên zargotina (folklora) kurdî.  Lêgerîna wan ji bo ronî kirina pirsên
ola êzdîya ne dihat kirin.[27]

          
*

Ola êzdîya perçekî çanda Kurdistanê ye û bi zanyarî lêkolîna
bingeh û dîroka wê olê, dikare gelek pirsên dîroka welatê me zelal bike.

 Hinek zanyar dinvîsin, wekî êzdî prînsîpên ola xwe baş
nizanin (R.Lescot), yan jî nonerên ola êzdîya bi sîstêmeke rêk û pêk nayên
perwerde kirinê, ji ber ku sîstêmeke usan tune (P. G.Kreyenbroek)[28].

Malûmetyên min ser êzdîyên deverên mayîn ne tamin, lê çi ku
tê ser êzdîyên Kavkazê heta dawîya salên 30-emîn, gava êrişên dijî nonerên olê
(şêx û pîrên êzdîyan jî nav wan de) ji alîyê karbidestên Yekîtya Sovîyêt de
gihîştine radeke bêtewşe, nav êzdîyan de sîstêma fêrkirina nonerên olê hebû.

Şêx û pîran kurên xwe dişandin bal şêx û pîrên zane, hosta,
ew bi salan bal wan, di malên wan de diman, bi wan re nav êzdîxanê digeryan,
diçûne ser şîn, şaya û ji wan fêrî ulmê ola êzdîya dibûn.  Usan jî wek
dibistanê hema bêjî rojê tiştekî fêr dibûn, rojê tiştek ezber dikirin. 
Wan carna bal dunavekî hînbûna xwe temam dikirin, paşê diçûne bal dunavekî
mayîn.

Du kesên dawî ku di dibistana usan de fêr bibûn, yek Şêx
Dewrêşê Keleş bû, yek jî Şêx Rostemê Şamil.  Wan herduyan jî zanebûnên xwe
bal du zaneyên ola êzdîya, yên naskirî û rûmetbilind; Pîr Ûsivê Elî û Şêx Hemzê
Seferî hilda bûn. Gotinên van herdu şêxên zane ji lêkolîna min re bûne bingeh.

Ez bi xwe di gundekî êzdîyan de mezin bûme û di gundê me de
gelek malên şêx û pîran hebûn.  Nav wan de yên zane jî hebûn, wek Pîr
Şemo, Pîr Mecît, Pîr Moskov.  Ûsivê Pîr Moskov hevalê min ê zarotîyê û
xortanîy bû.  Min yekemîn car qewlên êzdîya sala 1966-a ji zarê wî niîsîne
û têkstên wan qewla bi notayê awazên wan ve Nûra Cewarî çap kirine.[29]

Ji bo vê lêkolînê xên ji melûmetyên di pirtûk û kovarên cihê
de dest ketî, min sê kasêtên ser ola êzdîya ku ji zarê Şêx Rostemê Şamil hatine
nivîsar bi kêr anîne.[30]  Çend sala dostanîk di navbera min
û Şêx Dewrêşê  Keleş, ê şûn buhuşt da hebû.  Min pir caran ser ola
êzdîya pirs didane wî û bersivên gelek hêja jê distendin.  Ez ê di şûnên
pêvîst de wan bersivên wî jî bi kar bînim.  Lê sed mixabin me wan salan
giramîya hêja ne da vê pirsê û pirsê min didanê bes bo min bi xwe bûn. 
Min dixwest hinek pirsan ji xwe re zelal bikim.

Çend sal berê, serokê navenda “Laliş” li Dihokê, Dr. Xêrî
Şêxanî, gotareke xwe ser ola êzdîya ji min re şandibû.  Min li şûnên
pêvîst malûmetîyên ji wê gotarê jî destnîşan kirine[31].

Bersivên Baba Qewal, ji vîdîyokasêta dînî, ji bo zelalkirina
hinek pirsên ola êzdîya, yên giring, gelek kardar bûn.

Seva dîroka êzdîya û ola wan, çavkanîke hêja ew qewl, beyt û
efsenetyên êzdîyane ku bi sedsalan bi zarkî hatine parastin û gihîştine rojên
me.  Min di vê lêkolînê de giringîya hêja daye wan têkstan.

Antropologist Samî Seîd Ehmed di lêkolîna xwe, ya ser êzdîyan
de bûyareke wa bîr tîne; dostekî wî, yê êzdî, du destnivîsara dide wî, ku di
wan de bi rîya lêgêndên êzdîya bawarîyên wan dihatin dîhar kirin.  Piştî
lêkolîna wan têkstan Samî Seîd Ehmed dîhar dike, wekî di wan lêgêndan de di der
heqa faktên rast de tê gotin û ew bingehên bawarîyên êzdîyan tînin ber
çavan.  Gava ew vê yekê ji dostê xwe re dibêje, dostê wî dibêjê, wekî di
wê destnivîsarê de tenê fakteke ji hezara faktên ezdîyatîyê hebû.  Paşê ew
ser de zêde dike, wekî êzdîyatî dayka olên Rojhilatê gişkan e.[32]

Qewl û beytên êzdîya, ku xudanên hinekan dîharin, dikarin
usan jî bên dîtin çawan ji kevntirîn nimûnên lîtêratûra kurdî, bi zaravê
kurmancî.

Têkstên êzdîya, yên olî, divêt di komplêksa kêr anîn,
praktîsa wan de bên lêkolîn. Gava ew ji wê hewirdorê der tên tevtîş kirin,
têgihîştin û şiro vekirina wan dijwar dibe.

Çawan dîhare piştî Şorişa Cotmehê, bi taybetî salên 30-emîn
ji alîyê Partîya Komûnîst û hukumata Yekîtîya Sovêt û hukumatên cîh de her tişt
dihat kirin, wekî bandûra olê ser xelkê rakin.  Bi taybetî salên 30-emîn
gelek zilm û zor anîne serê nonerên olê.  Çiqwas jî ji destpêka salên
60-emîn ew zilm û zor nema û azaya parastinê pir-hindikî hebû, lê ol jî êdî wek
berê nema.  Bo nimûn dunavên malbeta me hebûn; Birê Axretê, Pîrê Zikatê,
Şêxê Biskê, Merevî, ew timê dihatin xêr(fît) berev dikirin, Birê Axretê hemî
timê ser mirîyê me bû, lê tu rojekê min ji yekî ji wan nebihîst, wekî divêt em
şedetîya xwe zanibin, yanê jî ka çi du’ayên me hene, çi tunene.   Û
tenê van salên dawî min di pirtûkan de têksta “Şedetîya dînî” dît.  Min
didît çawan dayka min her êvar, berî serê xwe dayne ser balgî, du’a dikir, paşê
balgî  paç dikir.  Bavê min sibê zû piştî ser û çavên xwe bişûştina
du’a dikir, lê ez bawarim ew ne ew du’a sibê bû ku di pirtûka Xidirê pîr
Silêman de heye.

Lêkolînên ser êzdîya û ola wan bêtir ser bingeha malûmetyên
li Lalişa Nûranî û dunavên êzdîya, yên navça Şêxan girtî, hatine nivîsar. 
Ew tiştekî normal e.  Lalişa Nûranî, Beşîq, Bahzan, qewal, feqîr û koçek,
êdî li ku dikarî ewqas zaneyên ola êzdîyan bibînî.  Lê ji alîkî mayîn ve
nêrînên me anîne ber çavan, ku qutbûna pêwendya di navbera civakên êzdîyên
deverên cihê de, bandûra pêwendyên bi olên cînar, hinek cihêtî derxistine meydanê.

Êzdên Ermenistan û Gurcistanê, ku li welatên wan karbidestî
di destê xelkên xaçparêz de bû û tu zordarîya olî ser wan tune bû, karibûne
nêrînên xwe hê bi serbestî bînin ziman, şirokirina bingehê ola xwe bê tirs
bêjin, çawan ew tê digihîjin, çawan ew dixwazin.

Vê azayê rê daye wan, ku bandûra îslamê ser xwe kêm
bikin.  Nîşaneke vê yekê jî ew e, wekî cejnên êzdîya, ku bi bawarîya gelek
zanîyara ji ola îslamê hatine, bo nimûn, cejna Leyle Qedr nav êzdîyê Ermenistan
û Gurcistanê de yan ji berê de tune bûye, yan jî paşê hatîye ji bîra
kirin.  Paşê jî di civaka êzdîyên Yekîtîya Sovêtê, a kevn de, nêrînen ser
rola pîran û şêxa bi teherekî mayîne, ne ku di nav civakên êzdîya, yên mayîn de.

 Lema jî lêkolîna nêrînên êzdîyên Yekîtya Sovîyêt, a
berê, wê hinek pirsên dîrok û ola êzdîyan zelaltir bike, têgihîştina bingehê wê
olê hêsantir bike.

 

 

 

                                   
Êzdîyatî, rehên dîrokî.

 

Êzdî bi xwe, çawa me êdî bîr anîye, ser wê bawarîyê ne, wekî
ola wan gelek kevn e û lap kêm hezar salî berî îslamê hebûye.

 Çiqwas jî hinek zanîyarên bîyanî ola êzdîya ji Şêx Adî
dest pê dikin û Şêx Adî wek hîmdarê wê olê nas dikin, ji êzdîya bi xwe tu kes
wê bawarîya wan napejirîne.  Êzdî usan jî ser wê bawarîyê ne, wekî kurd
gişk berî ku ola îslamê bipejirînin, ser ola êzdîyan bûne.

Em dixwazin li vir, gor karibûna xwe, bingehê wê bawarîyê
bigerin.

Îro piranîya kurda ser wê bawarîyê ne, wekî berî pejirandina
ola îslamê, kurd zerdeştî bûne.  Ew bawarî salên dirêj ji alîyê ronakbirên
kurd de hatîye belav kirin û hê jî tê belav kirin. Bingehê vê bawarîyê ew e,
wekî zerdeştî oleke îranî ye, kurd jî gelekî îranî ne, lema jî ola kurda, ya
berî îslamê divêt zerdeştî be.

Ji alîkî mayîn ve, ji alîyê gelê bi piranîya xwe ve
misilman, pejirandina bawarîya ku berî îslamê zerdeştî bûne hê hêsa ye, ne ku
bêjî, wekî kurd berî ola îslamê bipejirînin, êzdî bûne.

Ola îslamê anegor şertên olên xweyî kitêb, êzdîyatîyê wek ol
nas nake.  Paşê jî nêrîna misilmana, a nêgatîv ser Tawisî Melek, ku di ola
êzdîyan de piştî Xwedê ew e, bûye mana dijminaya hezarsalan navbera êzdîya û
misilmanan de.  Lema jî bawarîya ku kurd berî îslamê êzdî bûne, wê ji
alîyê granîya misilmanan de nehata pejirandin.

Bê guman sebebekî giring jî, wekî êzdîyatî wek ola kurdaye
kevn nehatîye naskirin ew e, wekî li meydanê lêkolînên rêk û pêk ser ola êzdîya
tunene.  Hê jî ne tenê bîyanî, lê piranîya kurda bi xwe jî bingehên ola
êzdîya nizanin, nizanin ka êzdî çi diparêzin.

Lema jî lêkolîna dîrok û ola êzdîya, dîhar kirin û belav
kirina bawarîyên êzdîya, wê têgihîştina wê olê hêsan bike, wê bawarîya şaş, ku
bi hezarsalan derheqa ola êzdîyan da heye, ya ku bûye bingeha bi seda fermanên
serê êzdîya, bide guhastin.

Navbera sedsalîyên IX û VII BC eşîrên îranî ser axa
Kurdistana îroyîn bi cîh bûn.  Ew hê jî peyçûyên bawarîyên arîyan û hinda
bûn.  Gor bawarîya zanîyarê kurd T. Wehbî, xwedayê wan yê sereke, ku
nîşana başî û qencîyê bû, Baba Esman bû, ku jê ra usan jî Baba Dîyaûs digotin.
Ew anegor xwedayê hindîya, Dîyaûs Pîtar bû.[33] 

Ji xwedayên rada duyemî re (roj, heyv, stêr) digotin ‘dîva’,
yan jî ‘dîvas’, bi xwebêja yên ronahîyê tînin.

Zerdeşî bi sedsalan li Kurdistanê ola serdest bûye û bandûra
wê ser kurda û ola wan gelek mezin bûye.  Usan jî em wê bawaryê ne, wekî
pareke kurdên rojhilat ola zerdeştî di dema xwe de pejirandibin.  Lê
piranîya gelê Kurdistanê zerdeştî tu caran ne pejirandine û ser ola xwe, ya
kevn mane.

R. Reşîd dinvîse, wekî sedsalîya VI berî zayîna Îsa ola
zerdeştîyê li Mîdîya ê jî belav bû, lê nebû ola serdest, ji ber ku ola cîh, ku
berî zerdeştîyê hebû, bi hêz bû[34].

Dûarojê, gava zerdeştî bi hêz bûn, wan xelkê ku pey ola kevn
diçûn nav kirin “dêva yasna”, bi mana “koleyên dêw”.  Gor bawarîya hinek
lêkolînvanên kurd “dêva yasna” bi hinek guhastinan îro bal kurda maye. 
Peyva dasnî ku eşîreke êzdîyan bi wî navî heye û demên berê mîrgeheke êzdîyan
bi wî navî hebûye, hema ji guhastina peyvên dêva yasna çê bûye[35].  Pir caran di dîrokê de ji êzdîya
gişkan re gotine dasinî.

Çawa tê xuyayê demên berê dasnî devereke hê fire belavbûyî
bûne. A.H. Layard dinvîse, wekî êsîreke bi navê dasinî li çîyayên nêzîkî
Silêmanîyê heye[36].

Ne dûrî aqilane, wekî navê “dêwperest” ku heta îro jî hinek
êzdîyan usan nav dikin, hema ji wê dewranê tê.

Li “Zênd Avêsta” ê, tevsîra “Avêsta” bi zimanê pehlevî, dêw
bi cûrê dîva tên bîranîn.  Di zimanên samî da peyva şeyd e anegor peyva dîva,
ku di jimara gelekanî de dibe şeydan.[37]

Wekî usane dema belavbûna zerdeştîyê, xelkê Împêratorîa
Mîdîya, ku zerdeştîya ji wan re dêwperest digot, karibûne ola xwe biparêzin,
zerdeştî nepejirandine.  Divek hema ew navê dêwperest e, wekî paşê bal
gelên samî û nonerên gelên olên bi bingeha xwe ve samî pejirandî, bûye şeydanperest,
şeytanperest.  Û divek ev navê şeytanperest tu pêwendîyê xwe bi şeytanê
pirtûkên olên îslamî û xaçparêz re tune be.

Ji zerdeştîyan re usan jî li hev hat navê patşê Mîdîya Riştî
Vêga-Azhî Dahak bikin navê xwedayê xirabîyê.  T. Wehbî wê bawarîyê e, wekî
Zohak ê ‘Şah Namê’ a  Fîrdûsî hema Azhî Dahak e[38].  Gor evsenetîyên zerdeştîya, wî
xwedayî çemên di nav bajaran re dikşîyan didan rawestandin û xelkên bajêr neçar
diman çend keçan ji wî re bikin cangorî, heta dîsan av berda [39].  Vê carê ew wek zîya raber dikirin.

Divek hema ji vir tê, wekî êzdî bi Zîyayê zer sond duxun. Ji
bo wan Azhî Dahak ne bûye nîşana xirabîyê, wan bawarîyên zerdeştîya ne
pejirandine.

Rojhilatnas û kurdnasê mezin Nîkolay Marr êzdîyatîyê çawan
oleke serbixwe dibîne û seva wê dinvîse.  “Em li vir bermayên ola kevnar,
a cîh dibînin”[40].

Ew ku hinek lêkolînvan (Qanatê Kurdo), agir û ocaxê seva
kurdan pîroz dibînin[41], hinek zanîyar wê pîrozîyê wek peymaya
ola zerdeştîyê dibînin[42].  Lê ew bîr dikin, wekî di ola
êzdîyan de jî agir û ocax pîrozin.

Gor bawarîya T. Wehbî di sedsalîyên IV-V AD, piranîya kurdên
rojava Zagros; Cizîr, Botan, Kirkûk, başûr-rojhilata Kurdistanê a çîyayî, ne
zerdeştî bûn[43].

Çawan em dibînin, ola Împêratorya Mîdîya, ku em xelkê wê wek
pêşîyên kurdan dibînin, ne zerdeştî bûye.  Hela ser de patşê Mîdîya, yê
dawî Riştî Vêga-Azhî Dahak sala 552 BC Zeşdeşt kuşt û patşê piştgirtina Zerdeşt
dikir, Vîştaspa, ser text avît. Artêşa wî hingê gihîşte bakûr-rojava
Afxanistanê.  Dema wê êrişê artêşa Mîdîya zilm û zoreke mezin anî serê
zerdeştyan. Bade nîne wekî zerdeştyan navê Azhî Dahak kirin nîşana zilmkaryê,
zordaryê.  Di zimanê farsî de ji zîya re dibêjin Ajdaha, ew ji navê patşê
Mîdîya, Azhî Dahak tê.  Heta di evsenetîya bi Newrozê re jî girêdayî, navê
patşê zilmkar Dahak e.

Piştî sê salan, sala 549 BC hîmdarê împêratorîya Akêmêdya,
Cyrus ê mezin, ku nevîyê Riştî Vêga - Azhî Dahak bû, serbajarê împêratoryê,
bajarê Ekbatana hilda û dawya împêratorya Mîdîya anî.  Ji ber ku serî-binî
sê sal ji êrişa Azhî Dahak derbas bibûn, ne dûrî rastîyê ye, wekî vê carê êdî
zerdeştîyan tola xwe hildabe û pareke xelkê cîh ku heta hingê melek perest bûn
neçar mabin cî û werên xwe bihêlin û koçber bibin.

           
                                                *

Navê ola Împêratorîya Mîdîya di dîrokê de nemaye, ew ji
alîye peyçûyên wê hatîye ji bîra kirin.  Îro dewsa navê wê olê, navê sê
beşên ji wê peyda bûyî li meydanê mane; êzdîyatî, yarsanî û elewî.

Bi texmîna M.R. Izady divek navê wê olê yazdanî be, lê ew
sedî-sed ne bawar e.  Lê dîsan jî di lêkolîna xwe de, seva navê wê olê ji
navê ola êzdîya bê cihêkirin, ew wî navî bi kar tîne.  Ew herdu nav jî
xwebêja melekîyan didin.

Me di vê lêkolîna xwe de bêtirî malûmetyên ser ola yazdanya
ji pirtûka M. R. Izady hildane.[44] 

Çiqwasî navê wê olê dikarî bû yazdanî bûya, ewqasî jî dikarî
bû êzdîyatî bûya, lê dîsan jî ji bo ew herdu ol ji hev bên cihê kirin, em ê ji
bo ola Împêratorîya Mîdîya navê yazdanî bi kêr bînin.

Himberî hev kirina olên yazdanîya û êzdîya mînakîyên
bingehîn tînin ber çavan.

Bê guman nav van hezarsalên buhurî de, ew jî gava Şêx Adî
guhastinên mezin kirin nav ola êzdîya, ew herdu ol nikaribûn di her tiştî de
wek hev bimana.  Lê dîsan jî ew bi bingeha xwe ve nêzîkî hev in.

Bingehê ola êzdîya piştî bawarîya, wekî Xwedê yek e, bê
heval û bê şirîk e, ew parastina hevt melekan e, bi seroketîya Melekî
Tawis.  Bal yazdanîya û beşên wê yên rojên me, elewîya û yarsanîya,
parastina hevt melekan bingeha olên wan e.

Êzdî bawarîya xwe kirasguhêrînê tînin û bawar dikin, wekî
xas ji kirasê xasa dertên. Ew bawarî usan jî di ola yazdanîyan de hebûye.

Gor ola yazdanîya xasên ku ji kirasê xasên pîroz dertên, yan
sura wan li erda bal wan  dîhar dibin, ji wan re Bab, yan jî Baba
dibêjin.  (Baba peyveke aramî ye, ku xwebêja dergeh dide. Baba ew dergeh e
ku rastî bi wî re dîhar dibe). Ew nav heta îro jî di ola êzdîyan de maye; Baba
Şêx, Baba Qewal, Baba Çawîş…

Hinek kes bêyî ku zanibin xwebêja peyva Baba çî ye, wê peyvê
bi peyva Bav diguhêzin.  Ew dibêjin; Bavê Şêx, Bavê Qewal, Bavê
Çawîş.  Lê ew ne rast e, ji ber ku peyva Baba xwebêja xwe heye û anegor
statûsa wan dunavên me ye.

Cawan me êdî li jor bîr anîye, gava eşîrên îranî sedsaliyên
IX-VII BC hatin ser axa Kurdîstana îroyîn, navê xwedayê wan, ê sereke, Baba Esman

Yazdanîya jî nolî êzdîyan, bawarîyên xwe olî ji xelkê bîyanî
vedişartin.

Ne êzdîya, ne jî yazdanya, tu caran dijminayî bi olên mayîn
re nekirin e.  Wan bawar kirîye, wekî Xwedê (yan Gîyana Giştî) seva her
dewranê pêxemberekî nû dişîne, wekî mirovan ji şaşîya û karên ne baş biparêze.

Peydabûna olên nû gişkan ji bo amanceke pîroz e, ji bo
mirovan ji şaşî û xirabîyê dûr bihêlin.

Ew ku êzdî û yazdanî wê bawarîyê ne, wekî her car
pêxemberekî nû tê, wekî mervayê biparêze, hema bûye manî, wekî ew ol bi navê
pêxemberekî re nayên girêdan. 

Ola yazdanîya bi hêsanî bawarîyên olên mayîn hildane nav xwe
û bi wê jî di wê ola kevnar de beşên nû peyda bûne, di nav hezarsalan de
guhastinên mezin tê de çê bûne. Ola êzdîyan jî bi hêsanî bawaryên Şêx Adî û
hogirên wî pejirandin.  Lê çawa tê xuyayê, piştî guhastinên Şêx Adî
bawarîya bi hêsanî pejirandina olên nû, wek berê nema.  Lê dîsan jî di ola
êzdîyan de tu dijminaya bawarîyê himberî olên mayîn tune.

Parastina Xidir Nebî, ku ji ola yazdanîya tê, usan jî di ola
êzdîyan de heta îro jî maye.  Çawa bal êzdîya, usan jî bal yazdanîya,
yarsanîya, elewîya Xidir Nebî mirazbexş e.

Bal yazdanîya jî mîna bal êzdîya û zerdeştîya dunav (terêq)
bi nisletin.  Ji bo mirovek bibe dunav divêt dê û bavê wî dunav bin.

Rengê sor temamîya dîrokê da bo ola yazdanîya û beşên wê wek
nîşan bûye.  Di ola êzdîyan da dibêjin:  “Ol, ola Êzîdê sor e!” 
Gava kurikê êzdî sunet dikin, gerek bêje: “Ez berxê Êzîdê Sor im.”  Cejna
êzdîyan, ya sersalê, “Çarşêma Sor” e.

Bal yazdanîya cejna Cam hevtê carekê hebûye, lê salê carekê
jî Cam a mezin bûye.  Bal êzdîyan jî gor gotina Pîr Xidir ê Silêman berî
êrişa Mirê Rêvandûzê sala 1832-emîn, hevtê carekê Cam hebûye.

Şêx Rostem dibêje roja înîyê, roja Cum[45] a mêraye.  Usane bi bawarîya wî jî
Cam hevtê carekê bûye.  Lê niha bal êzdîya tenê ya mezin, ya salê carekê
maye. Ew usan jî dema heca êzdîyan e.

Yazdanîya jî mîna êzdîya sê roja rojî girtine.  Yarsanî
û elewî jî sê roja rojî digrin.

Bal yazdanîya jî pirtûka olîyê tune bûye.

Kûçik çawa nîşana başîyê û mar jî çawa nîşana xirabîyê bûne
bal yazdanîya.  Marê bi serê kûçka nîşana pêşvaçûnê bûye.

Wêneyê kûçka û mara ser dîwarê Lalişa Nûranî jî hene. 
Lê êzdî maran çawan nîşana xirabîyê nabînin.  Ji bo mar keştîya Nû Nebî ji
niqo bûnê parast, rûmeta maran bal êzdîya heye.  Ji bo êzdîyan kuştina
maran guneh e.

Bi bawarîya yazdanîya qencî û xirabî ji bo cihana
matêrîyalîyê wek hev giring in û bingehî ne.  Bi bawarîya wan ev herdu
bêyî hev nabin.  Eger sar tunebe, germ jî wê tunebe, eger nizim tunebe,
bilind wê tunebe, eger tarî tunebe, ronahî wê tunebe…  Di vê bawarîyê da
em dendikên dîyalêktîka Hegel dibînin.

Di ola yazdanîyan de hebûna buhuştê û dojê bi fîzîkî tune
bûye.  Bawarîya buhuştê û dojê niha bal êzdîya heye, lê ne bingehîn
e.  Gor bawarîya êzdîya gîyana (ruhê) mervê baş berê diçe buhuştê, paşê
ber mirovekî baş de tê.  Dawîya paqijaya tam ew digihîje Xwedê, lê naçe
buhuştê.  Bawarîya buhuştê û dojehê, çawan tê xuyayê, piştî guhastinên Şêx
Adî ketine sîstêma bawarîyên êzdîya, lê nebûne bawarîyên bingehîn.

Çawa di ola êzdîyan de, usan jî di ola yazdanîyan de,
jimarên 7 û 3 pîrozin.

Destûra vexwarina alkoholê di herdu olan de jî heye.

Bi bawarîya me ev mînakîyên di olên êzdîya û yazdanîyan de,
ku bawarîyên bingehîn in, bi tam mak dikin, wekî bingeha van herdu ola yek e,
hê rast ev herdu nav, yazdanî û êzdîyatî navê olekê ne.

Usane eger ola êzdîya ne ola Împêratorîya Mîdîya be jî, ew
ji wir tê, ew şaxekî ola wê Împêratorîyê ye.

Ji bo Zerdeşt pêxember bal êzdîya bawarîke balkêş heye.

Şêx Dewrêşê Keleş digot, wekî Zerdeşt êzdî





Left      List      Right

Последние сообщения форума: