Kurdish Online Group
Online:

Тосьне Решид

Êzdîyatî, rehên dîrokî


Êzdîyatî, rehên dîrokî

Îro jî ser axa Kurdistanê gelek ol, terîqet û bawarî hene. Ji wan olan çendek bi koka xwe va Kurdistanî ne (êzdîyatî, yarsanî, elewî), hinek jî ji der hatine (îslam, xaçparêzî, yûdayî).

 

Ji bo têgihîshtina dîrok û çanda gelê Kurdistanê yek ji giringtirîn pirs, ew lêkolîna dîroka olên bi bingeha xwe va Kurdîstanî ye.
Hê di destpêka dîroka klasîk da ser axa Kurdistanê du sharistanîyên cihana kevnar, ên arîya û samîya rastî hev hatine, bi hev ra ketine têkilîya, pêwendya, bandûra xwe ser yek û du hishtine. Lema jî îro ser axa Kurdistanê, yek ji durîyanên sharistanîyêyê here kevn, tu dikarî peykarên ji mîrata pir gelan, dewranan û olan bibînî. Îro jî ser axa Kurdistanê gelek ol, terîqet û bawarî hene. Ji wan olan çendek bi koka xwe va Kurdistanî ne (êzdîyatî, yarsanî, elewî), hinek jî ji der hatine (îslam, xaçparêzî, yûdayî).
Eger ji bo olên ji der hatî (îslam, xaçparêzî, yûdayî) her tisht dîhar û zelal e, seva olên cîh nikarî wê yekê bêjî.
Ev olana, bi bingeha xwe û shaxên xwe yên îroyîn va, hema dikarî bêjî, pishtî têkçûna Împêratorîa Mîdîya, timê jî olên bindest bûne. Bi sedsalan zor û zilm anîne serê peyçûyên wan olan, bi sedsalan ferman rakirine ser wan, ew kushtine, talan kirine, gund û bajarên wan wêran kirine. Pirtûk û nîshanên wan, ên olî, ji wan standine û nema kirine.
Ji olên bi bingeha xwe va Kurdistanî, yek jî ola êzdîyatîyê ye.
Êzdî bi xwe ser wê bawarîyê ne, wekî ola wan gelek kevn e û lap kêm hezar salî berî îslamê hebûye.
Çiqwas jî hinek zanîyarên bîyanî ola êzdîya ji shêx Adî dest pê dikin û shêx Adî wek hîmdarê wê olê nas dikin, ji êzdîya bi xwe tu kes wê bawarîya wan napejirîne. Êzdî usan jî ser wê bawarîyê ne, wekî kurd gishk berî ku ola îslamê bipejirînin, ser ola êzdîyan bûne.
Em dixwazin li vir, gor karibûna xwe, bingehê wê bawarîyê bigerin.
Îro piranîya kurda ser wê bawarîyê ne, wekî berî pejirandina ola îslamê, kurd zerdeshtî bûne. Ew bawarî salên dirêj ji alîyê ronakbirên kurd da hatîye belav kirin û hê jî tê belav kirin. Bingehê vê bawarîyê ew e, wekî zerdeshtî oleke îranî ye, kurd jî gelekî îranî ne, lema jî ola kurda, ya berî îslamê divêt zerdeshtî be. Pashê jî bi sedsalan zerdeshtî ser axa Kurdistanê ola serdest bûye.

Me di vê lêkolîna xwe da bêtirî malûmetyên ser ola yazdanya ji pirtûka M. R. Izady hildane.[9]
Himberî hev kirina olên yazdanîya û êzdîya mînakîyên bingehîn tînin ber çavan.
Bê guman nav van hezarsalên buhurî da, ew jî gava shêx Adî guhastinên mezin kirin nav ola êzdîya, ew herdu ol nikaribûn di her tishtî da wek hev bimana. Lê dîsan jî ew bi bingeha xwe va nêzîkî hev in.
Bingehê ola êzdîya pishtî bawarîya, wekî Xwedê yek e, bê heval û bê shirîk e, ew parastina hevt melekan e, bi seroketîya Melekî Tawis. Bal yazdanîya û beshên wê yên rojên me, elewîya û yarsanîya, parastina hevt melekan bingeha olên wan e.
Êzdî bawarîya xwe kirasguhêrînê tînin û bawar dikin, wekî xas ji kirasê xasa dertên. Ew bawarî usan jî di ola yazdanîyan da hebûye.
Gor ola yazdanîya xasên ku ji kirasê xasên pîroz dertên, yan sura wan li erda bal wan dîhar dibin, ji wan ra Bab, yan jî Baba dibêjin. (Baba peyveke aramî ye, ku xwebêja dergeh dide. Baba ew dergeh e ku rastî bi wî ra dîhar dibe). Ew nav heta îro jî di ola êzdîyan da maye; Baba shêx, Baba Qewal, Baba Çawîsh...
Hinek kes bêyî ku zanibin xwebêja peyva Baba çî ye, wê peyvê bi peyva Bav diguhêzin. Ew dibêjin; Bavê shêx, Bavê Qewal, Bavê Çawîsh. Lê ew ne rast e, ji ber ku peyva Baba xwebêja xwe heye û anegor statûsa wan dunavên me ye.
Yazdanîya jî nolî êzdîya bawarîyên xwe olî ji xelkê bîyanî vedishartin.
Ne êzdîya, ne jî yazdanya, tu caran dijminayî bi olên mayîn ra nekirin e. Wan bawar kirîye, wekî Xwedê (yan Gîyana Gishtî) her car pêxemberekî nû dishîne, wekî merivan ji shashîya û karên ne bash biparêze.
Peydabûna olên nû gishkan ji bo amanceke pîroz e, ji bo mirovan ji shashî û xirabîyê dûr bihêlin.
Ew ku êzdî û yazdanî wê bawarîyê ne, wekî her car pêxemberekî nû tê, wekî mervayê biparêze, hema bûye manî, wekî ew ol bi navê pêxemberekî ra nayên girêdan.
Ola yazdanîya bi hêsanî bawarîyên olên mayîn hildane nav xwe û bi wê jî di wê ola kevnar da beshên nû peyda bûne, di nav hezarsalan da guhastinên mezin tê da çê bûne. Ola êzdîyan jî bi hêsanî bawaryên shêx Adî û hogirên wî pejirandin. Lê çawa tê xuyayê, pishtî guhastinên shêx Adî bawarîya bi hêsanî pejirandina olên nû, wek berê nema. Lê dîsan jî di ola êzdîyan da tu dijminaya bawarîyê himberî olên mayîn tune.
Parastina Xidir Nebî, ku ji ola yazdanîya tê, usan jî di ola êzdîyan da heta îro jî maye. Çawa bal êzdîya, usan jî bal yazdanîya, yarsanîya, elewîya Xidir Nebî mirazbexsh e.
Bal yazdanîya jî mîna bal êzdîya û zerdeshtîya dunav (terêq) bi nisletin. Ji bo mirovek bibe dunav divêt dê û bavê wî dunav bin.
Rengê sor temamîya dîrokê da bo ola yazdanîya û beshên wê wek nîshan bûye. Di ola êzdîyan da dibêjin: "Ol, ola Êzîdê sor e!" Gava kurikê êzdî sunet dikin, gerek bêje: "Ez berxê Êzîdê sor im." Cejna êzdîya, ya sersalê, "Çarshema Sor" e.
Bal yazdanîya cejna Cam hevtê carekê hebûye, lê salê carekê jî Cam a mezin bûye. Bal êzdîyan jî gor gotina Pîr Xidir ê Silêman berî êrisha Mirê Rêvandûzê sala 1832-emîn, hevtê carekê Cam hebûye.
shêx Rostem dibêje roja înîyê, roja Cum[10] a mêraye. Usane bi bawarîya wî jî Cam hevtê carekê bûye. Lê niha bal êzdîya tenê ya mezin, ya salê carekê maye. Ew usan jî dema heca êzdîyan e.
Yazdanîya jî mîna êzdîya sê roja rojî girtine. Yarsanî û elewî jî sê roja rojî digrin.
Bal yazdanîya jî pirtûka olîyê tune bûye.
Kûçik çawa nîshana bashîyê û mer jî çawa nîshana xirabîyê bûne bal yazdanîya. Marê bi serê kûçka nîshana pêshvaçûnê bûye.
Wêneyê kûçka û mera ser dîwarê Lalisha Nûranî jî hene.
Bi bawarîya yazdanîya qencî û xirabî ji bo cihana matêrîyalîyê wek hev giring in û bingehî ne. Bi bawarîya wan ev herdu bêyî hev nabin. Eger sar tunebe, germ jî wê tunebe, eger nizim tunebe, bilind wê tunebe, eger tarî tunebe, ronahî wê tunebe... Di vê bawarîyê da em dendikên dîyalêktîka Hegel dibînin.
Di ola yazdanîyan da hebûna buhushtê û dojê bi fîzîkî tune bûye. Bawarîya buhushtê û dojê niha bal êzdîya heye, lê ne bingehîn e. Gor bawarîya êzdîya gîyana (ruhê) mervê bash berê diçe buhushtê, pashê ber mirovekî bash da tê. Dawîya paqijaya tam ew digihîje Xwedê, lê naçe buhushtê. Bawarîya buhushtê û dojehê, çawan tê xuyayê, pishtî guhastinên shêx Adî ketine sîstêma bawarîyên êzdîya, lê nebûne bawarîyên bingehîn.
Çawa di ola êzdîyan da, usan jî di ola yazdanîyan da, jimarên 7 û 3 pîrozin.
Destûra vexwarina alkoholê di herdu olan da jî heye.
Bi bawarîya me ev mînakîyên di olên êzdîya û yazdanîyan da, ku bawarîyên bingehînin, bi tam mak dikin, wekî bingeha van herdu ola yek e, hê rast ev herdu nav, yazdanî û êzdîyatî navê olekê ne.
Usane eger ola êzdîya ne ola Împêratorîya Mîdîya be jî, ew ji wir tê, ew shaxekî ola wê Împêratorîyê ye.
Ji bo Zerdesht pêxember bal êzdîya bawarîke balkêsh heye.
Zanekî ola êzdîya ji Ermenistanê, shêx Dewrêsh ê Kelesh digot, wekî Zerdesht êzdî bû, ew ji nav me çû, lê dema vegerîya me dînê wî qebûl nekir.
Ji dîroka Îranê dîhar e, wekî Zerdesht xelkê devera Urmîyê bû. Ew du sala li çîyayê Agrî xewle dibe û wek pêxemberê oleke nû vedigere nav xelkê. Ew deh sala nav xelkên navça Urmîyê dimîne, lê tenê mirovek ola wî dipejirîne. Dû ra ew diçe nav farsa û ew ola wî dipejirînin.
Ev yek ji wê bawarîyê ra dibe bingeh, wekî gotnên shêx Dewrêsh bê bingeh nînin.
Ji vir jî gelek mînakîyên navbera ola êzdîya û zerdeshtîyan da. Lê vir divêt bê gotin, wekî ew mînakî ne ku ola êzdîya ji zerdeshtîyê hildane, çawan hinek zanîyar dinvîsin, lê berovajo, zerdeshtîyê ji ola êzdîya hildaye, ji ber ku Zerdesht pêxember bi xwe berî bibe pêxemberê oleke nû, yan êzdî bûye, yan jî ser wê olê bûye, ku êzdî jî berê ser bûne.

* Ev gotar beshek e ji pirtûka Tosinê Reshîd "Êzdîyetî, oleke hê jî ne naskirî". Gotar ji nuh ve hatiye lê zêdekirin.
[2] Reshad Sebrî Reshîd (Reshad Mîran) Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovremennom Kûrdîstanê, ‘Naûka' Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 16 (bi zimanê rûsî).
[3] Mehmed Mesûd, Rîshalek li rîshalî zimanekeman. Kovarî "Nûsarî Kurd", Bexda, 1986, jim. 6.
[4] N. Marr., Yêshço o slovê çelêbî., ZBOPAO, XX, Sankt-Pêtêrbûrg, 1912, rû. 189 (bi zimanê rûsî).
[5] Nebez, Cemal, Sarîcdanek li mîtolocîyeyî kurd. Stokholm, 1986, rû. 53.
[6] K.K. Kûrdoyêv (Qanatê Kurdo), Kûrdî, Narodî prêdnêy Azii. Moskva, 1957, rû. 252 (bi zimanê rûsî).
[7] Reshad Sebrî Reshîd, Êtnokonfessionalnaya sîtûasîya v sovrêmênnom Kûrdîstanê, ‘Naûka' Moskva-Sankt-Pêtêrbûrg, 2004, rû. 18 (bi zimanê rûsî).
[8] Wehbî, Tawfîq, Dînî caranî kurd, Kovara Gêlawêj, 1941, jim. 11-12, rû. 67.
[9] Mehrdet R. Izady, The Kurds; A concise Handbook, Taylor & Francis International Publishers, Washington, 1992.
[10] Navê wê cejna sereke, ya ola êzdîya bi du cûra rastî min hatîye; Cam û Cûm. Li ku çawan hatîye gotin, ez usan jî didim.

Tosinê Reshîd





Left      List      Right

Последние сообщения форума: