|
|||||
|
Online:
20 гоcтей, 1 пользователей
|
old_article
HEVPEYVÎNA BI PROFESOR ŞEKROYÊ XUDO MIHOYÎ RA03/10/2005 HEVPEYVÎNA BI PROFESOR ŞEKROYÊ XUDO MIHOYÎ RA
- Hûn dikarin ji kerema xwe re di derheqê jiyana xwe de hinek agehdarî bidine xwendevanan? - Ez li Ermenîstanê gundê Êzdiyan -Elegezê bûme. Min dibistana ortê li gundê xwe temam kiriye. Paşî xwendina bilind (aliyê dîrokê da) du sala li gundê xwe wek dersdar xebitîme. Gava „Rêya Teze” di sala 1955 an de dîsa destpêkir derket(di sala 1938 de ew hatibû girtin), gazî min kirin, ku wê rojnama me ye kurdî de wek serokê beşekî bixebitim. Salekê şûnda ez kivş kirim katibê çabdar-cîgerê berpirsyarê rojnamê. Sala 1960î ez derbazî xebata ulmiyê bûm li Instîtûta Rohilatzaniyê ya Akadêmîya Ermenistanêye zanistiyê, li beşê Kurdzaniyê. Sala 1963 a min dîsertasîya kandîdatiyê(doktoriya yekê) xweykir derheqa tevgera Kurda li başûrê welêt paşî şerê cîhanêyî dûda. Sala 1977 a li Moskvayê min disertasiya doktoriyê(ya dûda) xweyîkir li ser pirsgirêka Kurdaye netewîyê li Iraqê. Ji sala 1968 a heta sala 1976 cara yekemîn min pirogiramek çekir û li Unîversîtteta Yerevanê leksîya xwend derheqa dîroka Kurdîstanê da. Sala 1983 a navê Profesoriyê stend. Ji sala 1981 heta sala 1994 a serokê beşê Kurdzaniyê bûm(li Instîtûta Rohilatzaniyê). Sala 1990 î hatime bijartinê endem- miqaledarê Akadêmîya Ermenîstanê ye zanistî, sala 1996 a hatim bijartin akademîk. Sala 1993 a li Moskvayê Navenda Lêkolînên Kurdî hat vekirin, professor û doktorên S.Petersburgê û Moskvayê yên endamên wê, ez bijartim wek serokê wê. Heta niha wî karî dikim. 10 pirtûk û sedî zedetir gotarên zanistî min li ser dîroka Kurdîstanê çapkirine, payê pirê ser dîroka Kurdîstana Başûrin. - Hûn dikarin ji me re hinekî jî derheqa malbata ku hûn tê da mezin bûn e gilî bikin? - Pêşiyên min di sedala XIX a ji Qersê reviyane hatine Rusiya yê (herêma Ermenî a). Sala 1918 a eskerê “roma reş” kete gundê me Elegezê û temamiya mera qir kir, nava wan da usa jî kalkê min Miho û herdû birê wî Elo û Egît. Gişt hatibûne serjêkirin. Bavê minî rahmetî digot, wekî keşekî meytê merivê xwe nasnekir û gişk mezelekî de defandin. Bavê min Xudo, birê wî Şevav û Memûd etîm mezin bûn. Wexte dîwana Sovetê (1927-1930) bavê min li eskeriyê qulix kiriye, û paşê demeke dirêj nêzîkî çil salî serokê çend gundên Êzdiyan yên navça Elegezê bûye. Çar sala buye endamê komîta rêvebir ya Federasiyona Pêşkovkazê. Sala 1981 ê bavê min, ya 1983 a daîka Meyanê çûne remetê. Em çar bira û çar xûşk bûn. Dû bired min Egît-pêşê xwe va mamoste-fîlolog bû, serokê beşa edebyetê ya “ Rêya Teze”, avtorê romana “Dê û damarê”, Tîtal- fêzîk, serokê gunde Elegezê, xûşkên min Kawê û Zînê dersdarên dibistanê bûn çûne rehmetê. Birê min bicûk Georgî doktor profesorê doxtrî , niha li Amerikayê ye. Herdû xuşkên min e mayîn xwendina bilind standine û dersdarin. - Dema desthilatdariya Yekîtiya Sovyetê da rewşa Kurdan (Êzîdiyan) ku li wur dijîtin çawa bû û dewleta Sovyetê çi alîkarî da wan? - Paşî têkçûna Yekîtiya Sovyetê û sîstema sosyalîtiyê derheqa neheqî, dîktatorî û gaz-qusûrên Sovyetîstana berê pir hatiye û tê nivîsar. Lê, bi dîtina min gelek tişt jê her tenê bi rengekî pir negatîv û reş hatiye û tê nivîsandin. Deynê her dîrokzanekî û pisporên deheqa pirsên civakê dinivîsinin ewe, weke derheqa her buyerekî dîrokîda rast bê nivîsar, tiştên pak û xirab bi nav û qîmetê xweye çawa hene ûsa bene dîarkirin. Bersiva rast ya pirsa we ewe, wekî gelek kêmasî û qisurara tevayî(wek hebskirina mirovên bê guneh- Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Cangir Axa û yed mayîn, sirgunkirina Kurdan, ji êzdî û musilmanan û tiştên dîn) gelek tiştên baş jî hatin kirin ji bona kemnetewên Sovêtîstanê, nava wanda ûsajî Kurdên êzdî û musulman. Kurdên êzdî ji xezeba berê xilaz bûn. Êdî wek berê bona êzdîtîye tû kesî tedeyî li wan nedikir. Zordayîn li ser wan tûnebû. Dergê xwendinê, kar-xebata pir hindikî li ber wan vebû. Extiyarên êzdîyan û Kurdên musulman bûn wek yên hemiy netewên Sovîetistanêye biçûk û mezin. Bi reqemeke mezin merivên xwendî peşda hatin, wek endemê parlamentên Yekîtiya Sovîetê û Ermenîstanê Kurd hatin bijartin, derge-dîwan ber wan vebûn û qulixên bilindda hatin kivşkirin, ulmdar û nivîskar peşda hatin…. Rojnama Kurdî , xeberdanên radîoyêye Kurdî, koma nivîskarên Kurd rex Tifaqa nivîskarên Ermenîstanê, para kurdzanyê li înstîtûta Rohilatzanyê, Tîatroya Kurda ya Elegezêye dewletê (sala 1938 heta 1948) û çend ocaxên çanda Kurdiye mayîn li Ermenîstanê kardikirin. Usa hat stendin, wekî paşî şerê cîhaniyî yekê, xezeba ku li Turkiyê dihate serê Kurdan û bawer bikî tû ocaxên çanda Kurdî ne li Kurdîstanê, ne jî ji jê der tunebûn, Sovyetîstanê da êpêce tişt dihat kirin ji bo xweperastina kurdîtiyê. Di vî karîda payê pire Kurdên êzdî dixebîtin. Ew karê ku hat kirin bû berbînî heta dema nû – salên 50-60 î – gava kar û xebata lekolînî û agehdarkirinê derheqê Kurd û Kurdîstanê da kete meşeke peşdaçuyîveye nû. - Hûn dikarin ji me re hinekî dinê jî besa Kurdzaniya li Sovyetê û xisûsî li Ermenîstanê da bikin? - Ji destpêka zemanê sovyêtê da heta niha li Rûsyayê û Ermenistanê karekî mezin hatye kirin ji bo pêşdaçûyîna kurdzanyê. Di vê holê da gelek rewşenbirên miletên mayîn jî karekî baş kirine. Lê giranya hîmlî li ser milên Kurdên êzdî bûye. Xebatên profesorên navdar Heciyê Cindî, Qanatê Kurdo, Emînê Evdal, Çerkezê Beko, Meksîmê Xemo, Zera Usib, Şekroyê Xudo, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Xalîd Cetoyêv, Memoyê Xalit û geleked mayîn emekê berbicavin di karê Kurdzaniyê da. Lazime bê gotinê, wekî ev karê Kurdzaniyê dihat amedakirin ser hîmê resmî(fermî) û vê dereceda pir mezine emekê ulmdarên Rûs û miletên mayîn. Laîqî bîranînêye navê akademîk Iosêf Orbêlî, Olêg Vîlçêvskî, Iosîf Sûkêrman, Margarîta Rûdênkoê, Yêvgênîa Vasîlyêvayê, Iraîda Smîrnovayê û yed mayîn. Çawa zemanê Sovyetê da, usa jî niha Kurdzanî hesab dibe beşekî rohilatzaniyê û xebata wê tê pilankirinê. Tiştekî eyan û eşkere ye, wekî zemanê Sovyetê da Ermenîstan bû navendeke naskirî di karê Kurdzanînê û peşdebirina çanda Kurdî da. Sala 1959 a li Sektora rohilatzaniyê ya tezevebuyî da usa jî beşê Kurdzaniyê vebû û serokatiya wê dikir Prof. Heciyê Cindî. Çend salan şûnda ew xebat Dr. Xalit Çetoyêv berdewan kir. Ji sala 1981 – 1994 a serokê beşê Kurdzaniyê Instîtûta rohilatzanê (Yerîvanê) Prof. Şekroyê Xudo bû. Vê gavê ne weke berê, lê dîsa jî çend ocaxên çanda Kurdan li Ermenîstanê hene. - Çima pirsa Êzîdiyatiyê di dawiya salên 80 ê de li Ermenîstanê pêşda hat û kê ew pirs anî holê? - Nezîkî têkçûna sîstema Sovyetê, îlahî paşî herfandina wê, pirsa netewtiyê û peywendiyên nava mileta da tevlîhev û xirab bûn. Nasiyonalîzmê pêl da û gelek xirabî peşda anîn. Di pirsa ezdiyetiyê, cî û rola wê di nava Kurd û Kurdîstanê da karekî gelekî xirab kir Partiya tevgera Ermeniya ye hemnetewyê, hinek grûbên Ermeniyan yên paşverû. Bi helana wê û desthilatdarêd dîwana teze grubeke ezdîyên cahile nîvxwendî ezdîtî û ezdî raberî Kurdan û Kurdîstanê kerin, gotin: “em ne Kurdin”, dijî rewşenbîrên Kurden ezdî şer-dew kirin, cî-ciya anjotine ser wana. Çi bû mana vê yekê? Şîrovekirina wê dirêje. Bi krtî bersîva wê eve: Dîwana teze xwest Kurdên êzdî û musulman ju hev biqetîne û wan berî hevde. Çend ezdîyaen dûr nedîtî û maşoqên qulix û kursiya bi destî “ezdiyatiyê” xwestin karê bistînin, bibine merivên “navdar” û bi îzbatî avê bikin li ser aşê dujminên Kurd û Kurdîstanê û ezdiyan ji pêra. Em wê jî bêjin, wekî siyaset û karê himberî hevkirina ezdiyan û Kurden musulman ji terefê gelek rewşenbîrên Ermeniya ve hat retkirin, şermezakirin û gunekarkirinê. Prezêdentê Akademîya zanistî ya Ermenîstanê, ulmdare mezin û deneyan Vîktor Hambarzûmyan gazî min kir, kirinen vî cûreyî gunekarkir û got: “Eger di vê pirsê da çi arîkarî lazime ezê bidime we”. Profesorê Ermenî Parûyr Mûradyan derheqê vê pirsê da miqaleyeke baş nivîsî bi ermenî û kurdî rojnemê Ermenistanê da weşend. Wî gotara xwe da dida kivşê, wekê tiştekî bêrûmete bona armancên siyasîye ne temîz ezdiyan ji Kurdan biqetînin. Lê mixabin dîwana teze ev siyaset berdewam kir û îro jî li Ermenîstanê grubeke piçûk ala “ezdiyatiyê” xwe re kirine karê tûcaretê û destê dîwane da bune faktora perçekirina olka Kurda- ezdîya. - Gelo kara Êzîdiyatiyê di vê pirsgirêka peşda hatî da heye? - Ne ku tenê merivên xwendî, siyasetzan, lê her şexsekî pir- hindikî hayîa wî ji dinyayê, dîroka me heye nikare nebîne, wekî ew pirsgirêka ku peşda anîn dijî êzdiyatiyê û êzdiyan bû. Di olka meye bere da dutîretî çêbûyî, wê dema giranda, gava nasiyonalîzma nexweş pêl dida û extiyariyen kemnetewa pepes dikir, dewsa xwe bikin yek û xwe biparêzin çend xwefiroşa milet perçe kir û zyaneke mezin ghiande wê. - Êzîdiyên li Ermenîstanê li dijî vê nerastiyê derketin? - Kurdzanya cihanê da, di nav pirtûkên ulmdarên mezin da çawa berê, usan jî niha hatye û tê îzbatkirin, ku Kurdên musulman û Kurdên êzdî netewekin. Dîroka vê pirsê eşkereye. Paşî pêşdahatina dînê Mehmedyê (ji qurna VII an) piranya Kurdan, hîmlî bi destê zorê dînê îslamê qebûl kir. Êzdî ew perçê Kurdan ne, ku ew dîn qebûl nekirine û mane li ser dînê xwe yê berî îslamê – êzdîyatyê. Ji bo parastina dînê xwe hezar û yek xezeb dîtine. Sed mixabin usa jî ji terefê beşekî netewa xwe: Kurdên musulman da. Lê şikir ev yek îdî derbazî paşla dîrokê bûye. Îro li ser esasê femdatya netewetya Kurd û Kurdistanê tedekirin li Êzdîyan nayê kirinê. Û ew kesên Êzdîyan başqe dikin û wan û Kurdên musulman radikin dijî hev ew hesab dibin dijminê him Êzdîyan him jî Kurdên musulman. Min bi xwe pir caran ji birayên meye Kurdên musulman dîtye û bihîstye, wekî ew Êzdîyan hesab dikin kurdên xalis, birayên xwe. Sala 2002 an li Lalişa Nûranî, wexta rasthatina me Mîrê me Êzdîyan Tehsîn Beg got: “ Em Êzdî ne, me dînê îslamê qebûl nekirye. Em Êzdî û Kurdê musulman netewekin, netewê Kurdistanê.” Fikira me sedî sed yeke. Dinyayê da tu tişt bê bersîv û eşkerekirin nabe. Ez bawarim wekî derheqa wî karê birûmet, ku ne tenê Kurdên êzdî û yên musulman, lê usan jî Êzdî bi xwe perçekirin wê hûrgilî bê nivîsar wek karekî reş, yê nezan û xwefiroşa. Di vê pirsêda piraniya êzdiyan dijî wê koma ku êzdî jî Kurdan diqetandin derketin. Temamiya gunden ezdiyan yên li herêma Elegezê û Talînê(bi serhev 24 gund), gundê Şamêramê î mezin li herêma Eşterekê û ya sereke temamiya rewşenbîren me ezdiyan (xênjî dû-sê tûcarên siyasetê) eşkere gotin, wekî “ em dîne xweva ezdîne, qedrê dînê xwe digrin, lê wek milet em û Kurdên musulman yekin, em birê hevin, Kurdîstan jî welatê me ye “. Di vê pirsêda buyareke kivş ew bû, wekî sala 1992 a bi înîsîatîva komeke rewşenbîren me bi serokatiya min: Ş.Xudo “Komela reşenbîren Kurd” hat avakirinê ya ku bi resmî hat organîzekirinê û karê xweyî kurdayetîyê peşda bir. Kongreya komale da serokatiya wêda hatin bijartine Şekroyê Xudo, Eskerê Boyîk, Emerîkê Serdar, Kuyaze Hemêd, Çerkeze Reş, Tosinê Reşid, Kerehme Seyad, Şerefê Eşîr, Karlanê Çaçan, Egîtê Xudo, Georgiyê Xudo, Têmûrê Xelîl Grîşayê Memê, Rizganê Rocevî û gelekên mayîn. - Gelo halê rewşenbîriya Kurdan li Ermenîstanê niha çewa ye? - Sed mixabin, vê gavê rewşenbiriya Kurda li Ermenîstanê ne weke berêye, ne bi karê xwe va ne, ne bi reqema xwe va. Gelek ji wan a ji welat derketine û çûne yan Rusîyayê, yan jî li welaten cîhanêye mayîn. Lê yên ku mane anegorî mecal- mikanên heyî karê xwe dikin. - Hûn ji ber çê ji Yêrêvanê derketin û hîna girêdanên we bi Ermenîstanê ra hene? - Sala 1993 a li Moskvayê civîna Kurdzanên Rusiyayê da ez hatim bijartinê wek serokê Navenda Lêkolînên Kurdî. Bi wê yekêva girêdayî ez derbazî wî karî bûm û heta niha di we qulixeda me. Lê tevgirêdana min bi Ermenîstanêra heye. Heta niha jî ez hesab dibim usajî xebatkarê Înstîtuta rojhilatzaniyê ya Akedemiya Ermenîstanê zanistiy, xên jî wê wek endamê vê Akademiyayê tevî kar û bijartinên wê dibim. - Hûn dikarin hinekî jî qala kar û ciyê xwe yê nûh bikin? - Weke serokê Navenda Lêkolînên Kurdî karê min ewe wekî: xebata lêkolînên Kurdzaniyê amade (organîze) bikim û xebata xwe ye zanistiyê berdewam dikim.Vê gavê pirtûka xwe dinivîsim derheqa prosêsa amedebûna xweserîbûna Kurda li Başûrê welet ji sala 1970 an heta niha. Beşekê wê îdî hatiye nvîsarê. Sala tê ez gotî ya xilazkim û bidim çapkirinê. Karê min yê esasî yê lêkolînê-tevgera Kurda ya azadarîe ye li Başûrê welêt. Neta min ewe wekî tevî kiteben mine mayîn ser dîroka şerkarya azadarîêda ev kitêba ku hazir dikim wê sifete temamiya tevgera Kurda li Kurdîstana başûr bîne ber çeva. Nêta min heye usa jî kitêba derheqa General Mistefe Barzanî da bînime serî. Emir jîyana peşîkarê tevgera Kurdayê nemir hîmlî eyane. Neta min ewe, wekî diha zef ser xaraktêrê wî wek meriv û tekoşer biseknim û bidime kivşê rola wî nava dîroka Kurda û Kurdîstane da. Ev kiteb çewa jorê me got, wê di cêrga “Giregirên Kurdîstanê da” bê çapkirinê. - Hûn dikarin ji kerema xwe re hinekî dinê fire bahsa pilanên xebata Navenda Lêkolînên Kurdî bikin û gelo di aliyê aborî da hûn çawa birêva diçin ? - Navenda me , çawa min got , di sala 1993 da hat amedekirinê û me di sala 1994 da dest bi karê lêkolînên Kurdzaniyê kir. Heta niha me 14 kitêb çap kirine. Nava wan da ya sereke “Dîroka Kurdîstanê” ye, ku bi înîsîatîfa navenda me 5 Kurdzanên navdar: M. Lazarev, Ş.Xudo, E. Vasîlyeva e, M.Hasratyan û O, Jîgalînayê nivîsîne. Eva pirtuka yekemîne, ku bi akademî li ser bingeha zanistî temamiya dîroka Kurdîstanê hatiye nivîsarê. Tercîma wê ya Tirkî, ev 3 sal e li Stenbolê çap buye. Ew usa jî hatiye tercimekirinê bi zimanê erebî, farisî , kurmancî û dimîne wana bidine çapkirinê. Çewa xwandevanên me zanin gelek pirsên dîrok û çanda me ten falsîfîkasîakirinê (feşkirinê). Lewma jî navenda me guhdarîke mezin dide ser wan pirsan yen ku hatine û tên kefşkirine. A bi vê menê jî me kitebek çap kiriye derheqa zaravê Zazakî da, ya ku bi ulmî îzbat dike, wekî Zazakî perçeyekî Kurdiye. Xebateke bihagirane ktêba derheqê gramara (rezimana) Kurdiye dîrokî. Eva kitêba yekemîne kurdzanîyê da û li wir ser hîme hemû zaravên Kurdî qanûnên girameriya Kurdî tên dîyarkirinê. Çend kitêbên mayên derheqa problemên Kurdîstaneye îroyîndanin…… Pilanên me, yen vir hada çapkirina van pirtûkanin: Almanxana Kurdî cîlda II(bi rûsî û kurdî), dû yan sê kitêbên bi navê “Ezdî û ezdiyatî”.Rûpelên wan da em dixwazin bi zimanê Kurdî û Rusî lêkolînan derheqa dînê ezdiyan da, qewlên ezdiyan û fikir- bîr bawariyên dinê ezdiyara giredayî raberî xwandevan û ulmdaran bikin; berdenankirina-cerga kitêba bi navê “Giregirên Kurdîstanê”. Kitêba yekemîn derheqa emirjîyan û felsefe netewetiya Şerefxan Bîlîsî da îdî hatiye çapkirine. Paşê yen derheqa Mistefe Barzanî, Ehmede Xanî, Mahmûd Berzîncî, Hejar, Cegerxwîn, Qazî Mehemed û mezinen mayîn…..Niha îdî deste me dane kiteba derheqa belabûna dîne Îslamê li Kurdîstanê, ku ulmdarê meyî merîfet li Unîversîteta Suleymaniyê hazire kiriye. Xen ji wê em usa jî konferansa, semînera, ”masê girover” derbasdikin……. Bersiva beşa duda ya pirsa we bi kurtî ev e: Mixabin em piştegirtiya angorî karê xwe nastînin. Eger ew komekdariya aborî hebe emê zedetir û baştir karê xwe peşda bimeşînin. Qusûra min efû bikin bona vê hevokê : kujan Merkeza Kurdî ewqas xebat kiriye?.. Hûn dikarin ji me re hinekî bahsa guhartinen siyaseta Rusya ye nû û qewmandinen li Kurdîstanê da dibin bikin ? Bersiva vê pirsa heweskar pir mezine. Bi kurtî ez dikarim bejim, wekî di hemû pirsên navnetewî da paşî tekçûna Yekîtiya Sovyetê ra guhartin çêbûne. Mixabin ev guhartin di sîyaseta pirsa Kurdî da nayê kivşê. Tê texmînkirinê, wekî siyaseta hindava pirsa Kurdî da wê bere- bere bê guhartinê, çimkû ; rola faktora Kurdî eşkere bihagiran û zede dibe. Eva prosêseke objektîve û bi wê ra gotî hesab bûnên. Prosêsa safîkrina pirsa Kurda di goveka nêzîkî sînor û kara Rusîyayê da, bi vêra giredaî awê angorî wê siyaseta xwe derbazke. Niha lobiyeke Kurda ya xurt li Rûsyayê heye û eger tûne çi pêwîste meriv bike? - Bi dîtina min di vê pirsêda hêçxemî heye. Çawa ew kar gotî bê amadekirinê ? Bersiva vê pirsê nayê meneqeşokirinê, çimkî hezar û yek cûrên wê hene. Tiştek eşkereye: ew kar gotî bê danîne ser hîmekî baş. Mîasarkirina wê karê merivên zana, xwedî hurmet û durdîtîne. - Hûn dikarin ji me re bibêjin, ka niha halê Êzîdiyên li welatên Sovyeta berê çawa ye? - Mixabin vê gavê Êzdî li Sovyetîstana berê gelekî bela bûne. Piraniya wan li Rusîyayê ne. Rewşa wane aborî bi temamî ne xirab, dikarim bejim başe. Vê gavê li Rusiyayê gelek Kurdên ezdî xwediyê milyone dolarane. Kurdên ezdî, dostê minî xudanşuret Zêlêmxanê Elik Mûsûyêv xudanê zavodeke (fabrîke) mezine û eva cara dûdana tê bijartinê depûtatê (parlamêntarê) parlamênta Rusiyayê, nav û hurmeta wî bilinde. Ez bawerim, wekî yêrên tazeda jî Kurdên ezdî hêmlê wê dîn û netewatiya xwe biparêzin. Em giştik hera “Kurdîstana azane” gelekî dixwezin seredana zîyarta xwe Lalişa Nûranî bikin. Dawîeda dixwazim wê jî bêjim, wekî paşî tekçuna Sovyetê eşkere bû, wekê jimara Êzdiya ya rast diha zefe, ne ku bi statîstîkaye dihate kivşe. Paşî ji Ermenîstanê û Gurcîstanê cuyina bi deh hezaran Kurda li van komara jimara wan wek ya beriya resmî heye… - Nêrîna we li ser pêşeroja Êzîdiyên li xerîbiyê çawa ye? - Êzdîtî li xerîbiyê wê bê parastinê eger çend şertên esasî bên hesabhildanê. Gelekî ferze, wekî mal-mallet bê xwedîkirinê. Li yêra jîyanê ya berê ew wek qanûn, erf edetên berê berdewam dibû. Li Avropayê, welatên perê cîhnêye mayên emir, qeyde-qanûnên jiyînê, pewendiyên nav malê tên guhartin. Eger mezinê malbata bi femdarî nêzîkî emirê teze û xwestin û guhartinan bibin, nehêlin navbera dê-bavan u zarokên wanda konflîkt peşda bên û bi wera tevayî ser dînhebandina xwe bimînin, tradîsîayên ezdîtiyê baş biparêzin wê çaxî olka ezdîtiyê wê brdewam bibe û hê peşda here. Şertekî girîng jî ewe, wekî tevgiredana Êzdiyan bi welatê kal-bava, Kurdîstanê û Lalişa Nûranî ra qewîn be. Ya dawî, xwendina bi zimanê zikmakî, kultûra netewî gotî bibe beşekî emirê wanî herrojî. - Li gorî dîtina we, Êzîdiyên di Kurdistana azad da ê ji zulmên berê xilas bibin? - Ez naxwazim bawarkim, wekî Kurdistana aza da dikarê zulma berê bê serê Êzdiyan. Rûpelên reş yen xezeba serê Êzdiya bi destê merivên paşverû, fanatîkê dîn û hêlanên dujminên Kurda û Kurdistanê hatine kirinê.
Bi dîtina min Kurdîstana îroyînda femdariya netewetiyê, tegihîştina wê yekê, wekî ezdiyetî dînê Kurda yê Xudênasiyêî qedîme û beşekî dîrok û kûltûra me ye îznê nade wekî ew bextreşîya netwiyê li Kudîstanê dîsa bê weklandinê. Ev bîr bawerî di sîyaseta Kurdîstana azada te mîaserker.
- Dawiyê da hûn çi dixwzin ji xwandevanê me ra bêjin?
- Ez xwendevanêd we ra xweşbextiyê dixwazim û hîvîdar im wekî merivekî xwedî xîret û namûs, li kîjan percê dinyayê dibe bila bibe, gotî emeke xwe bike nava karê bona welatê me yî aza.
Ez jî we gelek spas dikim û ji Xwedê hêvî dikim ku hûn jî di saxî û amancên xwe de her serkevtî bin..
Kemal Tolan
|
Последние сообщения форума:
|
||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
|