|
|||||
|
Online:
21 гоcтей, 0 пользователей
|
Кемал Толан
Dijberên Kurdayetiyê ji xemsariya...25/04/2007 Dijberên Kurdayetiyê ji xemsariya berpirsên hikumeta Kurdistana azad û bêtifaqiya rêvebirên civaka Ezdî fêdedikin Ji ber ku gelek kes û rêberên me Kurdan nêrînên xwe li ser bingehên buyerên ku van rojên dawiyê li Şêxan, Mûsilê
û li derdorên wê çêbûne anînine ser ziman û min jî gelek caran ev pirsgirêkên bingehîn di gotarên xwe yên hatine weşandin de anîne ziman, niha naxwazim cardinê zêde li ser wan pirsgirêkên bingehên buyeran rawestim. Tenê, ez dixwazim van çend dîtin û pêşniyariyên xwe jî dîsa bi kurtasî bibêjim Bi
dîtina min, divê rêberên hikumeta Kurdîstana azad, wan kes û oldarên Kurdan yên ku me û zarokên xwediyên axa Kurdîstanê bedidine hevûdinê û me Kurdan ji bona menfêata fanatîzma xwe jihevûdinê dûrdikin û bihevûdinê didinekuştin, hêjî baştir nasbikin. Heta ji wan bê, rojek berî rojekê destên wan paşverû û olperestên nezan ji nava rêberîtiya netew û civaka me derxînen. Di zagon û desthilatdariya Kurdî de ferzbikin ku hemû rêber û oldarên Kurdîstanî ji nasnama xwe ya kurdbûnê re xwedî derkevin û eşkere li her derî, ji her kesî re bibêjin kurd, kurd e çî misilman, çî êzdî, çi kildanî, û hwd.ê . Ez
li goriya zanîna xwe dibêjim û dibînim ku rêvebirên meclîs û civaka Êzdiyên li Kurdîstana azad de dijîn, hêjî nikarin li goriya Êzdayetiya resen xwe û civakê bi rêxistin bikin. Ne şixwe, gava bandora wan rêber û ruhaniyên me li ser civaka wan e Êzdî hebûna, ewan doh ne dihîşt ku hinek „endamên“ wan li goriya rê û resmên olên xerîban zarokên Êzdiyan bikujin. Ewqas ferman bi serê bav-kalên me Êzdiyan ve hatine û zilm li wan buye, hîna kesî di tu bedîlan de ne bihîstiye ku Êzdî keçên xwe weha bi awayekî hovane kuştine. Li goriya dîtina min, li ser van buyeran nêrîna xuşka nivîskar Sîdar YÎGÎT gelekî hêja ye û dibêje: „Bila
kesek xwe nexapîne. Mesele ne hema meseleya keçeke êzîdî ye. Kiryarên wiha olan nanasin li welatê me. Keçên misilman jî, yên êzîdî jî (û yên elewî jî) dibin qurbana vê şîddetê. Keç
û jin hema wiha ji nişka ve nayên kuştin û ji reflekseke bêfikir xwe nakujin. Mekanîzmayên civakî rê li ber bûyerên wiha vedikin. «Kuştinên namûsê » (yan jî di bin çi navê din de dibe bila bibe) encama herî tûj ya civaka jinçewisêr e…“ berdewam di http://www.netkurd.com/gotar.asp?yazid=104&id=1229 Ez
jî dibêjim, gelekî pêwîste ku berpirsên hikumeta Kurdistana azad û yên civaka Ezdî çi li nav û derveyî welat de, tev bi hevûdinê re wan kesên ku ev xuşka me qetilkirine bigrin û teslîmî ber destên rêvbirên desthilatdariya Kurdî bikin. Û nehêlin êdî tu kes van wahşetan bi navê dîn û tucarî bi navê Êzdiyatiyê bikarbînin. Li
aliyê dinê jî ez bawer nakim ku ev pirsgirekên vêga li Kurdîstanê, di nava Kurdên êzdî û misilman de peyda dibin û hene ji aliyên hêza van „reşenbîr“, „rêvebir“ anjî „tifaqên“ mal-komelên me Êzdiyên li derveyî welat xebatê dikin ve jî çareser bibin. Ez
nizanim ka van „rewşenbîr“, „rêvebir“ û „tifaqên“ mal-komelên me Êzdiyên li derveyî welat de ji çend pirsgirêkên helandin û asîmlasiyona ku vêga em û zarokên me li ewrûpayê di dinav de difetisin re çareserî dîtine ? Vêca
gelî xuşk û birayên Kurd, divê em hevûdinê ne xapînen û bizanîbin ku pêşiyên me ne beredayî gotine “kî ne li şere, ew şêr e“ anjî „Şam dûre, qey mişar jî dûr e“. Wekî
ne derew be, bila ev kesên ku niha li ser bişkokên computerê, di nava çar dîwaran û di bin ewlekariya dewleta em tê de ne, xwe pispor û zane dihesibînen, kerem bikin herine Kurdîstana azad û endamên civaka xwe birêxestin bikin. Ki rê li ber wan girtiye?...... Dîtina
min xwe ya dawî dibêjim, heta berpirsên hikumeta Kurdistana azad û yên civaka Ezdî(çi li nav û derveyî welat de ne)yan, di derheqê pirsgirêkên ku nakokiyan dixine nava gelê Kurd de xemsaribin û li hemberî dijberên Kurdayetiyê hevkariyeke xwe ye bi rêk û pêk çênekin, wê aşîtî û demokrasiya li Kurdîstanê jî bi ser nekeve. Ez
weke kurdekî êzdî hemû qetliyamên terorîstî û bi taybetî jî yên van rojên dawiyê ku li Mûsil û derdorên wê çêbûne bi tundî şermizardikim. Dibêjim, bila serê hemû kesên malbatên şehîdên Kurdan sax be. Şikir ji Xwedê û van destkeftiyên Kurdayetiyê ye hêja re ! Kemal Tolan Oldenburg 24.04.2007
|
Последние сообщения форума:
|
|||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
|