Kurdish Online Group
Online:

Кемал Толан

DAGIRKER Û TERORÎST JI DÎROKA BAV-KALÊN XWE YÊN XWÎNMIJ DIZANIN KU GELÊ ROJHILATÊ YÊ HERÎ KEVNAR Û KURDEN RESEN KÎNE


DAGIRKER Û TERORÎST JI DÎROKA BAV-KALÊN XWE YÊN XWÎNMIJ DIZANIN KU GELÊ ROJHILATÊ YÊ HERÎ KEVNAR Û KURDEN RESEN KÎNE

Weke ku ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, di van hefteyên dawîd de gelek rêxistin, dezgeh, dost, heval, kes û rêberên me Kurdan nêrînên xwe yên li ser buyerên tevkujiyên terorîstên kafir, yên ku di 14 ê Tebaxê 2007 de li qeza Şengalê bajarokên Tilezerê û Sîbera Şêx Xidir pêk hatine anînine ser ziman, lewma ez jî niha naxwazim cardinê zêde li ser zerar û wendayiyên wan buyerên tevkujiyan rawestim.

Tenê, ez dixwazim van çend dîtin û pêşniyariyên xwe jî dîsa bi kurtasî bibêjim

Gelek xwandevan jî baş dizanin, min di pirtûk û gotarên xwe yên hatine weşandin de timî daye xwanê ku, gelek ji dîroknas û lêkolînvanan bi serpêkhatî û fermanên bi serê bav-kalên me Êzdiyan ve hatine baş dizanin. Lê piraniya wan ji ber berjiwendiyên rêxistin û desthilatdariyên welatên xwe newêrin bibêjin ku, ji hingava kesên Xwedê ne nas, menfêatçî, zilmkar û nijedperest li ser axa derguşa şaristaniya mirovatiyê ku mezopotamiya ye peydabûne û heta vêga, ewan timî bawermendên Êzdayetiyê di nava dîroka ol û netewên xwe yên xwînmij, terorîst û dagirker de qetilkirine û Ezdayetî di bin gelek nav û kulturên cûde de veşartine. Her weha zimanê wan nagere ku bibêjin, Êzdîxan dilê Kurdistanê û wergeha kevnariya şaristaniya rojhilatê ye.

Bi dîtana min, dagirker û terorîst ji dîroka bav-kalên xwe yên xwînmij baş dizanin ku gelê rojhilatê yê herî kevnar û kurden resen kîne û heta ji wan were ew tûcarî nahêlin ew rastiyên ku di dîrokê de hatine veşartin eşkere bivin.

Weke Êzdiyekî, tiştê ji min hatiye min li ser van valehî û neheqiyên di dîroka me de jî, di gelek lêkolînên xwe de bahsa xesar û zilma wan şerên ji bo serkeftina metîngehkaran, neheqî û zordariya di wexta destpêka olên xerîb(Zerdeştî, Yahudî, Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên wekî dinê )hatine li nava Kurdîstanê bela bûne, her wusa bahsa zilma şah, xelîfe, sultan, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ku li Kurdan û Êzdiyan kirine kiriye.

Lewma îro jî dibêjim, ev tevkujiyên terorîstên kafir jî bi alîkariya dagirkerên Kurdistanê û bi taybetî jî bi ya wan dewletên ku li derdora hukumeta başûrê Kurdistanê ne diqewimin. Ji xwe herçiqas, „di çapemenîya cîhanê da cihekî balkêş negirtibe jî, organîzasyona bi navê „Yêkîneya Tolhildana Tirk" [TIB], ku bi Teşkîlata Istixbarata Millî [MIT] ya Tirk û Serfermandarîya Ertêşa Tirk ve girêdayî ye, beyanek bi rêya e-mailê belav kir û ev kiryara Şengalê aşkera hilgirte ser xwe..." *1

Vêca, weke ku di dîroka derbasbuyî de jî xwanê dibe, çi wexta ku dijber û xwînmijên Kurdîstanê dîtine hêzen tevgera demokratîk û rizgarîxwazên Kurdistanê xwastine hevgirtin û tifaqeke civakên Kurdî li cem hevûdinê kombikin û serxwebûna ola Kurdan ya herî kevn ku Ezdayetî ye nasbikin, ewan hingê bihevûdinê ra êrîşên xwe yên terorîst û dagirker li ser azadîxwazên Kurdî û bi taybetî jî yên li ser bawermendên Ezdayetiyê zêdekirine. Berdewamiya vê nêrîna min hîna di 24.04.2007 de û di bin navê (Dijberên Kurdayetiyê ji xemsariya berpirsên hikumeta Kurdistana Azad û bêtifaqiya rêvebirên civaka Ezdî fêdedikin) de di gelek malperên me Kurdan de hatiye weşandin

Di dawiyê de dîsa dibêjim heta ku dezgeh, partî û rêxistinên me Kurdistaniyan di mediyayên çapemenî û ragehandinê de nêrîn, nûçe, kilîp, fîlm, semîner, helbest, stran û pêkenînokên ku çande û kevneşopên me Êzdiyan piçuk dikin bi zanistî ranewestînin û wî maf-rumeta ku ew didine bawermendên musilmanetiyê, xiristaniyê û olên dinê, wisa jî nedine yên ola Kurdan ya herî kevn, dê ev çewtîtiyên dîrokî, êrîşên dagirker û terorîstên kafir jî li ser serên me berdewam bikin. Dê xwedîlêderketin û ewlekariya me Êzdiyan ya mayîn de jî bi bang, daxwazî û şiyarî kirinê, sersaxî xwastin û bi komisyonen lêkolînê neyê parastin...........

Ez jî hemû qetliyamên terorîstî û bi taybetî jî yên ku di nava herêma Kurdistana azad de li derdorên Mûsil û Şengalê çêbûne bi tundî şermizardikim.

 

Dibêjim, bila serê hemû kesên malbatên şehîdên Kurdistan û Êzîdxanê sax be!

Kemal Tolan 01.09.2007

 

Têbinî:

Ez ji ber pirsgireken şexsî nikarim beşdarî civîn û meşên protestokirina tevkujiyan bivim. Ji ber wê jî lêborîna xwe ji we xwandevan, nas,dost û hevalan dixwazim. Bi atybetî, gelek spas ji bo wan kesen ku namen sersaxiyê ji min re jî şandibun.

*1 = http://www.dergush.com

 





Left      List      Right

Последние сообщения форума: