Kurdish Online Group
Online:

Кемал Толан
Hevpeyivîn bi Kemal Tolan re
10/03/2007

Ez di sala 1955-an de li gundê Şimzê(Oğuz köyü) yê ku girêdayî navçeya Bişêrî-Batmanê ye, ji dayik û bavê xwe yê Êzdî bûme. Ez di sala 1976-an de hatime Almaniya(bajarê Celle). Di vî wextê gava ku ez hatime bajarê Celle, hingê piraniya karkerên Êzdiyan ên ku beriya min hatibûn Almaniya hay ji pirsgirêkên civata xwe tûne bûn. Gelek ji karkerên me, li vê derê jî mîna di nava wê rewşa feodaletiya welat de dijiyan.

SERSAXÎ
02/02/2007

Lo biraho Shekroyê Xudo biraho !
Lo biraho Shekroyê Xudo biraho !
Lo biraho Shekroyê Xudo biraho !
Lo Xwedê yo !
Ez jî biqurbana rahma te bim!

KEREMKIN HÛN JÎ ALÎKARIYA PARASTIN Û NASANDINA DEWLEMENDIYA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ BIKIN !
21/01/2007

Xwandevan û berpirsyarên hêja!

Ez bawerim we jî weke min di gelek ciyan de dibihîstiye û vêga hêjî bihezarê caran di gelek ciyan de dixwînin ku hinek kesên berpirsyarên mediyayê, pispor, zane, ilimdar, lêkolînvan û ramanvanên me Kurd û xerîban gazina ji me Êzdiyan dikin û dibêjin;

Xûşk û birayên hêja, hevalbendên Êzdiyatiyê !
13/12/2006

Rêzdaren di rêvebiriya HEVKARIYA KOMELÊN ÊZDIYAN de!
07/11/2006

Ez bawerim we jî weke min di gelek ciyan de dibihîstiye û vêga hêjî bihezarê caran di gelek ciyan de dixwînin ku hinek kesên berpirsyarên mediyayê, pispor, zane, ulimdar, lêkolînvan û ramanvanên me Kurd û xerîban gazina ji me Êzdiyan dikin û dibêjin; “Di çapemeniya Kurd û cîhanê de agahdariyên li ser Êzdiyan pir kêmin, Rêber û Oldarên Êzdiyan naxwazin agehdarî û nasandinên li ser dînê wan bêne nivîsandin. Di nava netewa Kurdan de, civaka Êzdiyan ya herî paş de maye Êzdî amiliya xwe bi kesên ne ji dînê wan be naynin, nahêlin bawermendên Êzdî jî bixwînin, binivisînin û hwd. nizanim çê û ne çê ? ”

Ji rewşenbîr û pêşengên civaka Ezdî ra
25/10/2006

Xuşk û birayên rewşenbîr û pêşengên civaka Ezdî !

Bi dîtina min Mîrê me Êzdiyên li Cihanê, rêzdar Tahsin Seîd Beg, di Konferansa ku Mala Êzîdiyan ya Oldenburgê di 16.07.2005 de amede kiribû û berpirsyarê hemî komelên Êzdiyan yên li Almanyayê, ronakbîr, nivîskar, dixtor, hiquqnas û polîtîkvanên Êzdî, dûnavîyên ola Êzîdiyan (pîr, şêx, pêşîmam û wd.), Êzîdiyên endam û alîgirê partiyên Kurdan (PKD-Iraq, Yekîtî û wd.), temsillên Êzîdiyên ji hemî perçeyên Kurdistanê, ji Ermenistanê û yên ji welatên Avrupa, nûçegihanê Kurdistan-TV û Roj-TV jî hazir bûn, bersiva vê pirsa “ GELO ÊZDÎ KURDIN YAN KURD NÎNIN ? ” zelal daye û gotiye, “em Êzîdî Kurd in û me tûcaran kurdîtiya xwe înkar nekiriye û nakin. Heke ku em zimanê xweyî Kurdî winda bikin, hingê emê ola xwe, Êzîdîtiya xwe, winda bikin. Heke ku em ola xwe winda bikin, emê zimanê xwe winda bikin…….“(Ev daxwiyaniya di gelek kovar û malperên Kurdî de hatiye weşandin)

Giringiya dîrok û şûnwarên Êzdiyan yên li herêma Hesenkêfê II
22/09/2006

Xwandevanên hêja!
Ez timî dibêjim, ez van gotar-lêkolînan bitenê û li goriya zanîna xwe dinivisînim. Hêvîdarim ev neyê wê mahnê ku ez dixwazim xwe ji wan hêjayan yên ku li ser van babetan nivîsandine û ji we birêzan zanetir bidime xwanê.

Giringiya dîrok û şûnwarên Êzdiyan yên li herêma Hesenkêfê
04/09/2006

Weke ku ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, di van çend salên dawî de gelek daxwiyanî û agehdariyên balkêş û giring di derheqê bajar, bajarvanî û hukumdariya li Hesenkêfê û avakirina projeya bendava Ilisuyê, ya ku li dewsa bajarê me yî antîk û pir qedîm de bêye lêkirin, hatine weşandin.

Dijberitya dinava ol u netewen li kurdistane de, deriyen gelek dergehen me morkirine
12/08/2006

Her çiqas min ilmê ekonomî(aborî)yê nexwandibe jî, ez dizanim gelek sedemên pêşveneçuna aboriya me Kurdan hene. Dema ez li goriya vê zanîna xwe li rewşa kronolojiya aboriya Kurdîstanê dirênim, ez gelekî xemgîn dibim û dibînim ku piraniya maldar, sermayadar û karbidestên me Kurdan jî timî ji ber zordariya dewletê û kevneperestiya di herêmê de nikarîbune li goriya azadiya dilên xwe kar bikin.

Kemal Tolan kî ye ?
07/08/2006

Kemal Tolan, di sala 1955 de li gundê Şimzê yê ku girêdayî navça Beşêrî-Batmanê ye, ji dayîk û bavê xweyî Êzdî re buye. Perwerde ya dibistana bingehîn pênc salan li gundê Şimzê, dibistana navîn sê salan li qeza Bişêrî yê. Ji ber ku di wextê perwerdeya dibistana navîn de neheqiya nenasîna Êzdiyatiyê lê dibe, ew nikare di herêma wîlayeta Sêrtê de here Lîse(Gymnasium)ê bixwîne. Ew ji ber zilm û zora dînî direve diçe li Wêranşehîrê perwerdeya Lîse(Gymnasium)ê diqedîn e.

Left     1   2        

Последние сообщения форума: