Kurdish Online Group
Online:

Кемал Толан

Ez damezirandina NAVENDA ÇAND Û HUNERMENDEN EZDIYAN pîroz dikim!


Ez damezirandina NAVENDA ÇAND Û HUNERMENDEN EZDIYAN pîroz dikim!

Gava berpirsyarên HUNERMENDEN
EZDIYAN ne birêz ez vexendime ser kongura xwe ya yekemîn û min nikarîbû
beşdarî kongira wan bivim, min hingê ev peyama xwe ji wan re şand.
 

 


Peyam: 


Oldenburg,11.04.07 


Ji mêvan, endam û rêveberên
KONGERA HUNERMENDEN EZDIYAN re !
 


Mêvanên ezîz!


Hunermend û rêveberên
civaka me Êzdiyan yen hêja !
 


Ez bawerim gelek ji we
rêzadran jî dizanin ku rola hunermendî û bi taybetî jî ya dengbêjiyê
ji bo parastina çande û kevneşopiyên civak û netewa me gelekî
girînge. Eger ne bi xêra vê hunera deng û gotinên hunermend û
dengbêjan buya, wê ev dewlemendiya zimanê kurdî jî hetanî îro
ne mana. Hunermendan di nava civaka me de timî zargotina me parastine,
di stran û kilamên xwe de xweş dane xwanê ku dijminên dîn û netewa
me Kurdan ji berê ve hinek axa, beg û mîrekên Kurdan yên ku ji
ol û nijada xwe şermdikirin û pêşiyên xwe înkardikirin ji bo
berjewendiyên dagirkerî, paşverûtî, îdiyolojiya îslamiyê ye
redîkal û desthilatdariya xwe xapandine.
 


Meriv vêga hêjî di
hawar û qîrînên hunermendan de xweş dibihîze ku piraniya buyer
û fermanên bi serê me Êzdiyan ve hatî jî, ji ber destên netewên
xerîb yên ku (hîna di dema berî Zayîna Îsa de desthilatdar,
Eskenderê Çarqurne(maqdonî), siltan û padîşahên Osmaniyan, Şerîatçiyên
ku bingeha îdyolojiya Îslamiyê ye radîkal danî ne, begên Mongolan,
Ereb, Tirk, Farisî û hwd.),
hatine bi darê zorê welatê me dagirkirine
û wan xwe firoş û xapînokên me ve derketine.
 


Birêzan, ji ber gelek
egeren weha divê em baş bizanibin ku, ev kes û dewletên bermayên
wan desthilatdarin dagirker û paşwerû tu carî  bi hemda xwe
nahêlin ew zilm û zora ku bav-kalên wan li me Kurd û bi taybetî
jî ya li me Êzdiyan kirine û yên ew jî vêga hîna berdewamdikin
eşkere biven. Ji bo ku ew bikaribin van kîryarên xwe veşêrin, îro
dîsa di bin perda rejîma hukumetên dewleta xwe ye şovenîst û dagirker
de, hinek rêxistin û partiyên me Kurdan berdine pêsîra hevûdinê.
Ew timî bi zanistî û bi hemda xwe nahêlin destkeftiyên Kurd û
siyaseta Kurdîtiya resen pêşbikevin, Ew îro jî dîsa ji bo berjivendiyên
xwe tenê dihêlen ku hinek rêxistinên rewşenbirî, civakî û grupên
sivîlan di bin perda “demokrasiya dewleta wan” û di nav çerçova
çapemeniya wan e serkeftî de hinek kes, tv, radio, rojname, kovar
û malperên înternetê weşanên xwe biweşînin.
 


Bi dîtina min, divê
hemû hunermend, berpirsyaren mal, komel, rêxistin û dezgehên me
Êzdiyan hêjî gelekî haj jj erkên xwe ye netewî hebin û xwe bi
niyeta wan e kirêt ne xapînin. Divê her zane, ilimdar, rêber û
akademîsiyenên endamên civaka Êzdî ji van pirsgirêkên nezelalin
ra çareseriyeke ku meriv karibe Êzdiyatiyê li her deverê û bi her
kesî ra eşkere munaqeşe bike bivîne.
 


Ne şixwe, gava tifaqa hunermend
û hevkariya mal-komelen me Êzdiyan di nava civaka me de bizanistî
xurt û berfire ne be, wê ev berjewendiyên dagirkerî, paşverûtî,
îdiyolojiya îslamiyê ye redîkal û gemara desthilatdariya 
feodalîzmê hêjî nehêle ku em Êzdî bikaribin hinek pirsgirêkên
kesayetî, helandina kultur, ziman, ji dîn derketina ciwanan, dijberîtiya
di nava mal û komelên xwe de çareserbikin. Ev destkeftiyên dîrokî
jî wê ji destên me derkevin û emê jî bivine alîkarê helandina
çanada civaka ku bi hezarên salan kevn e.
 


Ez ji Xwedê û Tawisî-Melek
hêvî dikim, dema ku hûn xuşk û birayên berpirsyaren di rêvebiriya
TEVGERA HUNERMENDEN EZDIYAN
de xizemetê ji bo parastin û pêşxistina çanda Êzdiyatiyê dikin,
hûn tu berjevendiyên şexsî û rêxistinan nexine pêşiya yên netew
û civaka me.
 


Her weha hêvîdarim
ku hûn bikaribin li nav û derveyî welat de ji gelek pirsgirêk, nûjenkirin
û guhertinên ku di bingehên kevneşopiyên Kurdî de çêdibin
ra xwedî derkevin û em Êzdî timî bi deng, berhem, huner, kar û
barên rêberîtiya we hêjayan serbilindbin.
 


Bila kongira TEVGERA
HUNERMENDEN EZDIYAN ya di 14.04.2007 de
ji bo tifaq, kar û barên civaka me li ser xêrê be û ji we re serkeftinê
dixwazim!
 


Her weha bejna xwe li ber hemû hunermend
û dengbêjên ku parezvaniya çanda kurdî kirine û dikin, ditewînim.
 


Dibêjim, bila rahma Xwedê li ser ruhê
hemû hunermend û dengbêjên niştiman perwerê Kurdî ku kiras guhastine
be .
 


Rêz û silav


Kemal Tolan- Mamoste
û nivîskar





Left      List      Right

Последние сообщения форума: