Главное

Online:
22 гоcтей, 3 пользователей
|
Кемал Толан
|
Mîtolojî û diroka „Kurdên resen“ wenda na be !
12/04/2009
Weku ku hinek ji we xwandevanên rêzdar dizanin û wisa gelek dîroknivîs jî dibêjin, mîtolojî û dîroka heyî bi dîtin û karanîna nivîsê dest pêkiriye. Lê birastî, gava ez li ser afirandina mîtolojî û dîroka heyî difikirim, ez dibêjim, gelo çima gelek fîlozof, felsefevan, lêkolîner, ilimdar û dîroknivîs timî dibêjin, mîrê mîtolojî û dîroknivîsê pêşiyên gelê Misirî, Yunanî, Ewrûpî ûwd. ne? Û çima ew naxwazin bêjin, mîtolojî û diroka merivan û bi taybetî jî ya şaristaniya mirovatiya li Mezopotamiya yê di zanîn û batiniya di ilmê „Kurdên resen" û dewlemendiya pêşiyên me "Arî-Mar-Medî" de xwanê dibe ?
|
|
Kirasguhastina rêzdar XELÎLÊ BERFÊ, dengbêjê ku şahîdê zargotina Êzdiyan yê herî bi nav û deng, ez egelekî xemgîn kirim!
05/04/2008
Min jî bi dilekî xemgîn bihîst ku şahîdê zargotina me Êzdiyan yê herî bi nav -deng û dengbêjê di nava civaka me de zahf dihate hizkirn XELÎLÊ BERFÊ(1920-2008), di 03.04.2008 de kirasguhastiye. Ez dizanim şahîdên mîna dengbêj XELÎLÊ BERFÊ, yê ku di peyvên stranên xwe de gelek serpêkhatiyên netewa me Kurdan û bi taybetî jî piraniya buyerên bi serên endamên civaka me Êzdiyan ve hatî zelal didana xwanê kêmbûn. Dilêşa min ya herî mezin jî ewe, gava ev şahîdên zargotin û floklora me Kurdan kiras diguhêz(dimir)in û bi taybetî jî gava yekî ji “revebir”, “berpirsyar” û “rêberên” civak anjî netewa me ew arşîva di dilê wan de hebû tomar ne kiri be, hingê piraniya xizna arşîva çande û kultura me ya herî zindî û ne hatî lêkolîn kirin jî bi wan re binax dibe…..
|
|
AGEHDARÎ Û ZANÎNA ME KURDAN Lİ SER DÎROKA KURDAYETİYÊ Û REWŞA CIVAKAN ÊZDİYAN PİR LEWAZİN
15/12/2007
Bi dîtina min, pêwîst e ku em Kurd dersa dîrok û dînê/ola xwe baştir nasbikin. Em baş bizanibin ku piraniya çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdîstanê li ser dîroka netewa Kurd û bi taybetî jî yên li ser Êzdiyatiyê nivîsandine anjî gotine qet bi kêr nayên. Di ser vê ra jî gelekî xemgînim ku îro hêjî piştgirî, zanîn û agahyên gelek rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî û rêxistinên Kurdî di der heqê dîroka olên li Kurdîstanê û bi taybetî jî li ser Êzdiyatiyê û rewşa civakan me Êzdiyan ya derbas buyî û ya niha jî pir kêm û lewaz en. Vêca, ji bo ku ez dikaribim hinek ji van valeyiyan dagrim û erka ku di vî warî de dikeve ser milên min bînime cîh, ezê jî weke hinek nivîskar û lêkolînvanên Kurd û xerîban li gorî Êzdî nasîn, nêrîn, zanîn û îmakanên xwe timî li ser wê derya bîr, bawerî, kevnariya dîrok, ziman, wêja û kevneşopên me Kurdên resen binivsînim.
|
|
Hevpeyvina bi Koçek Merwan Xelîl Xidir re
13/10/2007
Birêz Merwan Xelîl, berî ku ez derbasî pirsên hevpeyvîna xwe yên li ser giringiya cemaya Şêx Adî bivim, dixwazim ku hûn bikurtasî hinekî bahsa kesayetiya xwe bikin û ji me re bibêjin, ka we kengî, çewa dest bi fêrbûna ilmê Êzdiyatiyê kirî ye? - Ez jî di destpêkê de dibêjim, ya bi destûra Xwedê û Tawisî – Melek ! Navêmin Merwan e, yê bavê min Xelîl û yê bapîrê min jî Xidir e.
|
|
DAGIRKER Û TERORÎST JI DÎROKA BAV-KALÊN XWE YÊN XWÎNMIJ DIZANIN KU GELÊ ROJHILATÊ YÊ HERÎ KEVNAR Û KURDEN RESEN KÎNE
04/09/2007
Weke ku ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, di van hefteyên dawîd de gelek rêxistin, dezgeh, dost, heval, kes û rêberên me Kurdan nêrînên xwe yên li ser buyerên tevkujiyên terorîstên kafir, yên ku di 14 ê Tebaxê 2007 de li qeza Şengalê bajarokên Tilezerê û Sîbera Şêx Xidir pêk hatine anînine ser ziman, lewma ez jî niha naxwazim cardinê zêde li ser zerar û wendayiyên wan buyerên tevkujiyan rawestim. Tenê, ez dixwazim van çend dîtin û pêşniyariyên xwe jî dîsa bi kurtasî bibêjim
|
|
PÊWÎST E KU SERXWEBUNA KURD U ÊZDIYATIYÊ WERE NASKIRIN!
24/05/2007
Bi dîtina min, buyerên di dîroka me ya kevnar û yên di meha sibatê heta gulana 2007 de qewimîn e de jî zelal xwanê dibe ku, dijminên dîn û netewa me Kurdan her ji şerê dijberiya dîn û civakên li Kurdîstanê fêde kirine.
Ez bi xemgînî îro hêjî dibînim ku piştgirî, zanîn û agahyên gelek rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî û rêxistinên Kurdî di der heqê dîroka olên li Kurdîstanê û bi taybetî jî li ser Êzdiyatiyê û rewşa Êzdiyan ya derbas buyî û ya niha jî pir kêm û lewaz en.
|
|
Ez damezirandina NAVENDA ÇAND Û HUNERMENDEN EZDIYAN pîroz dikim!
24/05/2007
Ez bawerim gelek ji we rêzadran jî dizanin ku rola hunermendî û bi taybetî jî ya dengbêjiyê ji bo parastina çande û kevneşopiyên civak û netewa me gelekî girînge. Eger ne bi xêra vê hunera deng û gotinên hunermend û dengbêjan buya, wê ev dewlemendiya zimanê kurdî jî hetanî îro ne mana.
Hunermendan di nava civaka me de timî zargotina me parastine, di stran û kilamên xwe de xweş dane xwanê ku dijminên dîn û netewa me Kurdan ji berê ve hinek axa, beg û mîrekên Kurdan yên ku ji ol û nijada xwe şermdikirin û pêşiyên xwe înkardikirin ji bo berjewendiyên dagirkerî, paşverûtî, îdiyolojiya îslamiyê ye redîkal û desthilatdariya xwe xapandine.
|
|
Dijberên Kurdayetiyê ji xemsariya...
25/04/2007
Dijberên Kurdayetiyê ji xemsariya berpirsên hikumeta Kurdistana azad û bêtifaqiya rêvebirên civaka Ezdî fêdedikin
Ji ber ku gelek kes û rêberên me Kurdan nêrînên xwe li ser bingehên buyerên ku van rojên dawiyê li Şêxan,
|
|
HÊVÎDARIM KU KURDÎSATN TV`Î BERNAMÊN XWE YÊN LI SER NASKIRINA CIVAKA ÊZDÎ ZÊDETIR BIKE !
08/04/2007
Ez gelekî dilxweşim ku piştî van gelek destkevtiyên Kurdayetiyê ye hêja, êdî berpirsyarên saziyên mediya Kurdîstanî û bi taybetî jî yên televîziyona KURDISTAN TV`ê (çi yên li nav û derveyî welat xebatê dikin)încar gelek bernamên hunerî, siyasî, rewşenbîrî, olî, aşîtî û berjewendiyên civakî yen hevpar ji nava me niştimanperwerên Kurdan berhev diken û ji bo me temaşevanan di weşînin.
|
|
DI QEWLÊN ÊZDIYATIYÊ DE NAVÊN MEHAN ZELAL HATINE ŞÎROVEKIRIN
30/03/2007
Weke ku gelek xwandevanên birêz dizanin û ez jî dibînim, her çiqas heta vêga gelek nêrînên cûde li ser navên mehan hatine weşandin jî, hîna tu lihevhatinek di navbera zimanzan, çapemenî û mediya Kurdî (Êzdiyatiyê ) de xwanê nake.
|
|
Последние сообщения форума:

|