Kurdish Online Group
Online:

Аскаре Боик

Roja bîranînê li Oldênbûrgê hat derbazkirin


Roja bîranînê li Oldênbûrgê  hat derbazkirin Roja bîranînê li Oldênbûrgê  hat derbazkirin
Dîrok nayê ji bîrkirin. Eger bûyarên dîrokê yên reş neyên wekilandin gerekê wan bûyaran timê ji bîr bînin.

Eva çend, sale Mala Êzdiyan ya Oldênbûrgê ji xwera kirye edet, sala çareke, roja bîranîna cangoryan dide derbaskirin. Salên ewlin 25 heziranê ew roj dihat bîranîn.

Roja bîranînê wek rojeke sîmvolîk hatibû hildan. Ji bo ewqas ferman, qetlyam û rojên reş hatine serê civaka Êzdiyan, ku rojeke kivş e ji ya din kifştir tune bû, gişk jî ji hev xirabtir bûn. Komkujya Girezêr û Sîba Şêx Xidirê ya 14 tebaxê sala 2007 rastkirin kire nava pirsgirêkê. Bi pêşnyara endem û xêrxazên malê, biryar hate stendin, 14 tebaxê wek roja CHANGORYÊ CIVAKA ÊZDIYAN bê qebûlkirin.

Gerekê bê texmînkirin, neyarê yekîtî û tifaqa gelê Kurd derheqa vê rojê da ji Kurda çêtir zanin û rojek (rast çend sehet) berî salvegerê dîsa karê xweyî reş, komkujya xwe dijî Êzdiyan wekilandin. Vê carê li bajarê Êzdiyayî qedîm Şingalê...

Tê xanê hinek qewatên tarî dixwezin Şingalê ji Êzdiyan valakin, ji herema Kurdistanê biqetînin. Dem hatiye, ku deshiletdariya Kurdistanê ji xeberên xweş û hîvyên vala, ku dide Êzdiyan, derbazî kar be, ji bo ewlekariya Şingalê û warên Êzdiyan gavên konkrêt bavêje, xweyî Şingalê: axa kal-bavaye qedîmî derkeve.

14 tebaxê, sehet 16.00 salona malêda endem û dostên malê civyabûn. Mûzîka melûl, sitiranên derheqa komkujî û qetliyama da, ewazên kilîpên Beyta Laliş û kilamên din rewşekr heznî kiribûn salonê

Di hêna Kurdên êzdi da dîrok gelekî dijwer, neheq û nemerd bûye. Êzdî ji bo navê xwe, bawariya xwe timê ji aliyê ol û qewatên deshiletdar va hatine qetilkirin, zêrandin, talankirin, koçberkirin.

Hazir, ji bo rêzgirtina bîranîna şîhîdê Kurd û Kurdistanê, cangoryên 72 fernanan deqekê radiwestin.

Dest bi mêrasîma olî dibe. Pîr Dîma Barî, due'a dike, ji bo ruhê cangoryan qewlê dibêje û rema Xwedê wan ra dixweze.

Li ser navê komîtêya Rêvabir û Rewşenbîrî Kazim Oba malbetên şihîdê bajarê Şingalê yên komkujya 13 Tebaxê 2009 re sersaxyê dixweze. Wê bûyara têrorîstî şermezar dike, Bangî deshiletdarya Herema Kurdiştanê û Êzdyan dike ku dijî neyarê tifaq û yekîtya Kurdan hişyarbin.
Daxuyanya Şêwrdarya Êzdiyan ya Almanyayê şewrdarê wê Şewqî Îsa dixûne. Daxuyanyê da sîyasya deshilatdarya Îreqê û herêmê hindav civaka Êzdiyan da tê rexnekirin, bûyara têrorîstî ya 13 Tebaxê tê şermezarkirin û sersaxyê malbetên wê komkujyê re tê xwestin.

Axaftina nivîskar Eskerê Boyîk derheqa rewşa civaka Êzdiyên ya îroyîn bû. Van 40-50 salên dewyê, belabûn Êzdyan li cihanê, reva mecbûrî ji welêt, ji cî-warê kal bavan xwe, ji xerîbyê reva Êzdiyên Sovêta berê berbi xerîbîke din, halê koçberiyêyî dijwer, pirsgirêk û nexweşiyên penaberiyê halekî nemanêyî giran vê civaka bê rêvabirî ra çê kirine.

Nivîskar bangî serokatiya Êzdiyan ya civakî û olî, rêvabirên komele û dezgehên Êzdiyan, rewşenbîr, navdar û malmezinê wan dike wezîfa xwe de bi cawdarî tev bigerin civakê xweyî derkevîn.

Dengbêj Ekrem Reşo bi sitiran û helbestê xwe coşeke xweş û rengîn da roja bîranînê..

Çalakiya bîranînê bi serketin Kazim Oba rêva bir.

Komîtêya Rewşenbîrî ya Mala Êzdiyan (Oldenburg)

 

Esker Boyik
14.08.2009




Left      List      Right

Последние сообщения форума: