Главное

Online:
20 гоcтей, 1 пользователей
|
Аскаре Боик
|
Kurd gere Kurdistana xwe biparêzin
21/01/2007
Eva çend salin, destê min li ser dilê min, Başûrê Welatê me u bûyarên dora wê diqewimin dinhêrim. Li ser vî gav erdê Kurdistana perçekirî, bi xûna seda hezar şihîdên Kurd, ronayîke xweş vebûye, bîna Biharê û Azadyê tê.
Ji pey hilweşîna dîktatorya xûnxur, ev perçê dewleta Îreqê: warê ferman û enfalan, werê helebçan, werê zindanên zulmê û xezebê, goristanên tevkujyan bûye meydana çêkirina dibistanan, zankoyan, nexweşxanan, çandinyên zevyên nên, nikandina daristanan, rêyên vegera xerîban.
|
|
Новая книга доктора Аскаре Бойика "Êzîdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş"
13/01/2007
Новая книга доктора Аскаре Бойика "Êzîdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş"
В книге рассказывается о езидах города Ридыван и их руководителе Мирзеке Заза.События описываемые в книге присходят в начале 19 века.
Приобрести книгу можно заказав следующим образом.
Verlag Dengê Êzîdiyan
Eidechsenstraße 19
26133 Oldenburg
Fon: +49 (0) 441 – 48 50 555
Fax: +49 (0) 441 – 48 50 557
E-Mail: info@yeziden.de
Цена: 22,50 Euro
|
|
Dîsa li ser Êzdîtî-Kurdîtyê
10/01/2007
Demek pêşda, min nemeke vekirî bi sernivîsara: GELO ÊZDÎ KURDIN YAN NA Mîrê Êzdiyan, Extyarê Mergê, Civata ruhanî, komele û rewşembîrên Êzdyan ra nivîsî.
Cima min ew neme nivîsî? Gelo di wî warî da dilê min da şik heye, yan xwestina min e civakê bikim li nav şikê û dudilyê. Na!
|
|
Езиды - христиане?!
07/01/2007
Уважаемые посетители сайта!
Здесь, ниже, прочтите точку зрения господина Аскаре Боик, по поводу одного из вопросов пользователя нашего сайта " N_U_K_R_I_5_5_5".
Как Вы относитесь к тому, что некоторые езиды принимают христианство?
|
|
Çima Beq dikin qireqir
20/10/2006
Li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd ra dergekî ronayê vebûye. Meremên gelê me yên bi hezaran sala ber bi mîaserbûna xêrê diçin. Her kurdekî dilsoz, welatparêz û xweyê sidqê qenc, bi xof, destê wî li ser dilê wî wê ronaya azadyê dinhêre, ku nişkêva, kê zane, disa ecêvek nebe. Ez jî wek kurdekî di wê bawaryê da me, gotî em kurd tev dora wê ronayê bibine çeper, sûra pola, ku bikaribin ji bager û bahozên der- dorên neqenc wê ronayê xiweyîkin. Yên nikarin alîkaryê jî bikin, bira dojîtyê jî nekin.
|
|
NEMA VEKIRÎ
06/10/2006
Ez nivîskarekim, ku eva devedevî nîv sedsal e xwe pêşkêşî ziman, çand û kûltûra gelê xwe kirye, Bi deha pirtûkên min yên helbest, çîrok, şano, roman û lêkolîna hatine weşandin. Bi seda gotar, miqalên min kovar, rojneme û malpera da derheqa ziman, çand, dîrok û navda usa li ser ayîna ola Êzdîtyê derketine. Ez endemê yekîtya nivîskarê çend welatame.
|
|
Kurtyik ji diroka ezdiyen sovetstana bere
23/08/2006
Berî hilweşîna dewleta Sovêtê, ji sedî 98 ên Kurdên êzdî yên Sovêtê li komarên Ermenîstanê û Gurcistanê da dijîtin. Ermenîstanê da Êzdî himlî li gundan, lê Gurcistanê li bajarê Tilbîsê da diman. Gundên Êzdiyan yên Ermenistanê (Axbaranê jî, Telînê jî) çyayînin, bê av, bi zivistana dirêje sar (6-7 meh) in. Li wan gundan xêncî cê û gîhê tişt erdê nayê, seva jîyanê kêmmecal in. Rûyê zivistana dirêj gundî nikarin pakî heywên jî xweyîkin. Kar tune.
|
|
Emine Evdal
17/08/2006
1906- 1964
Îsal xitim dibe 100 salya ji dayîkbûna zanyar, nivîskarê kurdê welatê sovêtêyî bi nav û deng Emînê Evdal. Ew yek ji hîmdarê edebyet, çand û kurdzanya sovêtstana berê bû. Eger navên nivîskar, zanyarên kurd yên nivşên ewlin û navdar tê nivîsar, navê Emînê Evdal ese tev navê Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Wezîrê Nadirî, Casimê Celîl da tê bîranîn.
|
|
Qewlen Êzdyan
06/08/2006
Qewlên Êzdiyan kevnin. Ji kûraya dewrana tên. Çiqas ji min va eyane, tu bingeheke wan a nivîskî nehatye, negihîştye me. Ew bi zarkî ji nivşekê derbazî nivşên pey xwe bûne. Ji sedî nod bi zaravê kurmancî ne. Heta roja îroyîn jî gelek ji wan rind hatine parastin. Eger bi zarkî hatine xweyîkirin usan e wan jî curek ji nimûnê zargotina (folkilora) kurdî karin navkin.
|
|
Neme dost u hevalara
05/08/2006
Ji kûraya dewrana girtî, heta roja îro Kurdên Êzîdî ji dast zulm-zor, qir-bir û fermanên reşe xûnêj timê di nav, tirs û xofê, rev û bezê da bûne, gelek cara, mecbûr cî-warên kal-bavên xwe hîştine, berê xwe dane xerîbyê, serê rê û dirbên nenas ketine, ku ser bawarya xwe bimînin, erf-edet, ol û erkan, zimanê xwe, ruhê xweyî kurdewarî biparêzin. Lê timê nîbye karibûne cîyê nenas heyîtya xwe xweyîkin û gelek cara çawa kanyên çîyayê Kurdistanê, yên cîşihitî li nav qûmistanên xerîbe bêrrem da unda bûne, ji pey xwe bîranîn jî nehîştine.
|
|
Последние сообщения форума:

|