Главное

Online:
13 гоcтей, 0 пользователей
|
Аскаре Боик
|
SERSAXÎ
29/10/2007
Cawa wefatbûna Zanyarê Kurdî navdar Ordîxanê Celîl dilê min tije xem kir. Xwedê xiravke, bayê vê dewrana nerehet usa malbeta Rewşembîrî ya Kurdên Ermenistanê ji hev bela kirye, ku meriv nikare rojên wa giran da jî kêleka hev bisekine û wê êşa giran pare veke. Be’sê wa bihîstin, ew jî ya pismam, heval, nas û dostên gelekî giran li ser mêriv rûdinê.
|
|
Ji bo komkujya Şengalê
01/09/2007
Ferman e, dayê ferman e, bavo ferman e, Komkujîke giran e, Dîsa fermana serê me Êzdiyan e, Şengal dişewite, Xûn û hêsir tev diherikin Qubê Lalişê reş girê dan e, Agir li dilê me ketye
|
|
Keça Êzdî bûye bela serê Êzdiyan…
24/08/2007
Hê du-sê meh berê hewar-gazyên Êzdiyan ku ji Başûrê Kurdistanê dihatine srandin û kampanya nebxêr ya ji bo kuştina keça Êzdî çapemenyê da dihate meşandin ez mecbûr kirim nivîsareke wa binivîsim: BANGA MIN LI GELÊ KURD Û HEMÛ QEWATÊN AZAYÎHIZ Van rojên dewyê ji Kurdistana Başûr gelek nûçeyên nebixêr seva halê Êzdiyan têne stendin. Kuştina keça Êzdî kirine me'ne, çawa temamya Îreqê usa jî herêma Kurdistanê êrîş ji pey hev têne ser vê civaka kêmjimare bê pişt. El Qaîda, hêza Îslamyê ya têrorîste e'yan û partyayên olperese radîkal, berê neyartya xwe dane Ezdiyan. Mizgevtên bajarê Mûsilê û hinek mizgeftên herema Kurdistanê, kanalên têlêvîzyonan banga qirkirna Êzdiyan dikin.
|
|
Banga min
17/08/2007
Eva çend heyvin ewrên reş e neyar li ser serê Êzdyan qirçeqirç û xurexurin, Ji Kurdistana Başûr pey hev nûçeyên nebixêr derheqa halê Êzdiyan da têne stendin. Berê bûyarên Şêxan pêk hatin, paşê kuştina keça Êzdî kirine me'ne, çawa temamya Îreqê usa jî herêma Kurdistanê êrîş ji pey hev hatin li ser vê civaka bê pişte kêmjimar. Kampanya pilankirîye kirêt raya cihanêye giştî jî kirne nava şaşyan. El Qaîda, hêza Îslamyê ya têrorîste e'yan, ku bûye qetil û jera vê dewranê tev partyayên olpereste Îslamîye radîkal, berê neyartya xwe dane civaka Ezdiyan. Mizgevtan da banga qirkirna Êzdiyan hate kirin. Li bajarê Mûsilê 24 evdên Êzd, ji bo êzdî bûn, ji nav musulman û xaçparêzan başqe kirin, birin bi hovîtî li ber mizgevta xwe kuştin, 700 xwendevanên Êzdî ji zanîngehên Mûsilê, mecbûr xwendina xwe hîştin, revyan,. Nişteçyên Êzdî yên wî bajarî terka cî, milk û malê xwe dan, revyane herema Kurdistanê.
|
|
Hev temûlkirinê
14/06/2007
Eva muxdarê sê mehane li dora Êzdyên Kurdistana Başûr, bahozeke neqencyê rabye. Rev-bez, hewar-gazî Êzdyan ketye. Bahoz di meha sibatê li devera Sêxanê dest pê bû. Ji peyra wek zincîreke bûyaran belayî nava temamya cî-warên Êzdiyan bû.
Wan bûyarada civaka Êzdyan ji neheqya der-doran him zyana mezin dît, êrîşa qirkirnê hate ser wan, ji bo êzdîtyê 24 evdên êzdîye bê sûc-gune ereba birin li ber mizgevtekê kuştin, mizgeftada Fitwa qirkirna Êzdyan hate dayîn, xelk kirine di nav tirsa fermanek nû, him jî rûyê propaganda qelpe- bêkêre yekalî di nav raya giştî da Êzdî neheq û ji alyê hinek “rewşembîra” va hela hov jî hatin nîşandan.
|
|
Bisk hildan
12/06/2007
Bisk hildan edetek ji edetên Kurdên êzdî yê kevnare. Mena wê morkirin, helalkirina zaroka kurîne.
Ev edeta kengê da, kî demê da dest pê kirye, eyan nîne. Çiqas em zanin ji kûraya dewrana tê û heta niha jî li nav Êzdyan da maye.
|
|
Eskerê BOYÎK: E R E B Ê Ş E M O ( 1897 – 1978 )
25/05/2007
Îsal temam dibe 110 salya hîmdarekî edebyeta kurdên welatê Sovyêtê yê ewlin nivîskarê Kurdî eyan, bavê pomana kurdî, yek ji demezirandarê elfeba Kurdî ya ewlin bi tîpê latînî Erebê Şemo /Ereb Şamîlov/.
Erebê Şemo sala 1897 – an li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye. Wê demê ew qeza di bin desthiletdarya împêratorya Rûsa da bû. Sûsiz gundekî kurdên êzdî bû. Mala bavê wî şêx bûn. Lê wek hinek malbetên dîndare din ne xweyî milk û mal bûn. Kesîb bûn. “ Şemo kurmancekî kesîb bû, ji êla Hesinyan,- gelek sal paşê nivîskar di derheqa bavê xwe da dinivîse,- …diçû ber dewarên xelqê “. Wî li wê qeza kurdan, gundên melekanan, adirbêcanan, huruman û ermenyan rêncberî dikir.
Ereb lawê Şemo yê sisyan bû, zarokek aqilî çevvekirî. Di zarotya xwe da Erebê çûk dijweryên jîyanê dîtin, di malên zengîna da xulamtî kir, bû berxvan, golikvan, dûajoyê bavê xwe.
|
|
Çarşemê hesava ne e’yda Kuloç
16/03/2007
Vê dewyê hinek malper û rojnema da derheqa wa gotî Eyda Kuloç da tê nîvîsar. Mixabin nivîsvanê wan gotara jî hîmlî dunavin, lêkolînvan û nivîskarin...Evê nerastyê ez mecbûr kirim derheqa wî rê-rizmê dînî da, ku cem Êzdiyên Rûsyayê tê pêkanîn, vê gotarê binivîsim. Li nav civaka Êzdiyan da tu cara nehatye gotin Êyda Kuloç yan eyda Kloçê serê salê.
|
|
Keser
26/02/2007
Rast, çiqas jî wan bûyaran dilê min êşandin, fikir û ramanên min tev li hev kirin, qîrîn û hewarek di nav minda çê kirin, ji bo Kurdistana Azad û wî perçê gelî ji ber xezeva fermanan xilazbûyî, lê dîsa min hestên xwe zevt kirin û ne xwest wê derheqê da binivîsim.
|
|
KURDZANÊ BI NAV Û DENG ŞEKROYÊ XUDO
01/02/2007
1 ê sibatê şebeqê, nişkêva ,li bajarê Moskvayê, ji kirîzîsa dil çû ser dilovanya xwe Zanyarê bi nav û deng, akadêmîkê akadêmya Ermenistanê, serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li bajarê Moskivayê, pirofêsor Şekroyê Xudo Mihoyî.
Ew sala 1930 î li gundê Elegezê, nehya Aparanê, komara Ermenistanê ji dayka xwe bûye.
|
|
Последние сообщения форума:

|