Kurdish Online Group
Online:

Аскаре Боик
Rojnema RIYA TEZE 80 salîye
05/03/2010

Sala 1961 ê, dema ez çûme bajarê Êrêvanê xwendinê, rêdaksya RIYA TEZE ji min ra bû zanîngeha duda ya ziman, edebiyet, kûltûr û dîroka kurdî.

Gerekê bi heqî bê şêkirandin, ku ne tenê ji min ra lê payê pirrê rewşenbîrên me yên wê demê ra bû merkezeke hevgirtinê, fêrbûnê û pêşdaçûyînê.

Me, kesî dibistana da, ziman, dîrok, edebiyeta Kurdî rek-pêk nexwendibû, me pak erdnîgarya welatê xwe, dîrok û kûltûra wê jî nizanbû.

Êzdîyatî berbi ku?
18/01/2010

Êzdîyatî berbi ku?

(Beşa çara)

Êzdî bûne civakeke cihanî: Heta salên heftêyî sedsala borî, yanê weke çil sal berê, ji civaka Kurdên êzdî tek êzdiyên Rûsyayê ji welêt der dijîtin, ew jî bi kom li ser hev bûn, usa ku wan jî xerîbya xwe texmîn nedikirin, teyê bigota êzdîxanek berpala çiyayê Elegezê ji xwera çê kiribûn. Eger ji wan hinek demeke dirêj ji bo xebatê an menîke din diçûna cîkî din, li kî quncê wî welatê gewre jî bûna, dîsa çavê ean li Elegezê bû, merkeza wan li wur bû. Ku usa bima dewran jî derbaz bûna tu qezya undabûnê tunebû...

Vebûna dergê Ewropayê, bûyarên van dewya li Kurdistanê , hilweşîna weletê sovêtê bûn sebebê li nav cihanê belabûna Êzdiyan...

Ûsivê Beko -100 (1909- 1969)
24/12/2009

Ûsivê Beko sala 1909 a li gundê Qûçê navça Îdirê, herema Surmeliyê hatiye diniyayê. Malbeta wan Şêxê Şemsa bûn: dîndarên Kurdên êzdî.

Zarotîke pirr dijwer para wî ketiye. Wan salan dest bi herba cihanî ya yekemîn dibe. Halê mala wan di warê aborî da xirab dibe. Mecbûr destguhestî bajarê Îdirê dibin.

Li wur zûtirekê, dê -bavê wî dimirin. Ûsivê biçûk sêwî dimîne. Neh-dehsaliya xweda di mala zengînekî ermenî da xulamtiyê dike.

Hukumdariya dewleta rûs herêmê da betal dibe. Qewatên Tirkan bi hemû hêz û xezeba xwe dikevne herêmê. Çekdarên ermenî nikarin pêşyê wê tofana reş bigrin. Ew yêr dibe gola xûnê. Ermenî û êzdî, bi mecbûr direvin Êrmenistana îroyîn. Sala 1918 a ew malbeta ermenî jî, ku Ûsivê biçûk lê xulamtî dikir direvine bajarê Yêrêvanê. Wî jî xwera tînin. Helbestvan derheqa wê dema jîyana xwe da dinivîse: „Min li ber çavê xwe dît rev, kuştin, xelayî, qira meriya, birçîbûn û belengaziya wana".

Li Yêrêvanê jî diçe mekteba ermenî. „Salêd mala xezêînda diçûme mektebê, alîkîva xeysetê xweva bi temamî hatime guhestinê, aliyê dinva jî qet rehetbûna min tunebû, çimku hin xebata malê sutûyê min da bû, hin jî gerekê min dersê xwe hazirkirana...ji pey razana neferê malê ra, kîlerêda, yanê sivderêda, hetanî nîvê şevê bin ronaya çira niftêye çûk min duxwend... Bona wê yekê jî neferê malê gelekî ser min hêrs dibûn, çira vedişartin, nedihîştin şevê bişxulînim, lê min dîsa ya xwe dikir. Min çiqas kitêb dixwendin, ewqasî jî jê hiz dikir..."

Xwendina xweye navîn liYêrêvanê tam dike, ji peyra, berê fakûltêta pala da dixûne, paşê, sala 1929 a bi pêşnyarnivîsa Komîsaryata ronkayê ya komara Ermenistanê wî dişinine bajarê Lênîngradê, ku zanîngeha zimanên rojhilatê da bixwîne. Sala 1932 a ji Lênîngradê vedigere û vê carê bi pşinyara Kommerkezya PK Ermenistanê, xazma bi gotina Sêkrêtarê wê yê ewlin, dostê gelê Kurd Axasî Xanciyan nehya Aparanê da wek dadwer tê kivşkirin.

Konfêransa Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê
04/12/2009

Konfêransa Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê

Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê di heyîtiya xweye 17 salan de di tev karên civakî, olî, perwerdeyî, weşanî, pêwendiyan û yên din hereketeke mezin daye di warê, zanyariyê, rewşenbîriyê, êzdînasiyê de. Salê bi deha sêmînar li ser ziman, çand, dîrok, folkilor, êtnogirafiya Kurdan hatine çêkirin, rashatinan li tev dîrokzan, nivîskar, zimanzan, şiyasetmadarên eyan hatine derbazkirin.

Neheqi
04/12/2009


Dema dîktatoriya zulmê li Îreqê hilşiya, gel û civakên walêt, ê bindest bi hîviyên mezin berê xwe danê pêşîrojê. Bawar bûn ku bi pêşîkêşiya hêzên azadîhiz, dêmokirat û pêşverû ewê ji bibin xweyê nav û mafê xwe.
Kurdên êzdî jî, wek civakeke wê heremê ya here kevnar, bi dewrana zêrandî, ferman, qirr, birr û keresetên xezeb ji destê neheqa dîtî, hîviyên xwe hêza gelê xwe: kurdan va girê dan, bi wê xweşbîniyê, ku ewê jî bi piştgirya gelê xwe ji zulma cudetiyan xilazbin û nav gelê xwe da bi aramî û wekehevî bijîn.


Çira gumana xêrê ne ku tenê dilê êzdiyên Başûr lê dilê hemû êzdiyên cihanê de vê ket, bawar bûn ku bi serê Herema Kurdistanê pişta wan jî heye, kesek êdî nikare hizir û navê wanî netewî re bilîze, zordariyê li wan bike, cîk, warek, walatek heye, ku rojên tengasiyê karin lê sitarbin, qet na wan û zarokên wan re dijî helandinê, undabûnê bibe sîmvol, ronaya hevgirtin, xwenaskirin û xweparastinê.

Êzdîtî- berbi ku?
05/11/2009

Pêşgotin

Eva demeke dirêj e, fikirên tevlihev rehetyê nadin, min mecbûr dikin, ku di vê derheqê de, biaxivim, binivîsim. Ha ji xwestina xwe paşda vedikşim, difikirim, ku Êzdî, ji bo heyîtya xwe biparêzin, bi dewrana tim nava fermana, rev-bez û koçberyê de bûne, yanê timê jî halê wan wa bûye... Lê dema bi çavê xemxurî li bûyarên niha dinhêrî, eva ne ew koçberî, rev û beza berêye, eva li diniyaye belabûn e, eva undabûn e, nebûn e...Eva êşa hebûn-nebûnê ye.

Welêt de kes nema...

Gelo LALIŞA NÛRANÎ wê bê micêwir bimîne?

Xerîbyê jî Êzdiyan re cîkî ewleyî bi xêr nîne, ku hêlîna xwe bi rastî lê daynin...

Ji xerîbîkê direvin cîkî din. Cîk ji cîyê din çêtir nîne.

Bawarî jî nemaye.

Gelo Êzdî xêncî vê reva malwêran ji bo çareserkirina halê xwe tiştekî dikin?

Hîvya kêne?

Ev halê çawa be?

Ma gerekê yek vê derheqê de bifikire, ji vê êşê yek biqîre...

Kê?

Gelo ew Kê heye ?

Çare heye?

Ez jî çûm Hecê
12/10/2009

Ji ber ku arşîv ne li ber destê min e, ez nikarim bêjim maqale ya helbestvanê hêja Eskerê Boyîk ya li jêr navê "Ez çûme hecê" di kijan rojnameyê da û kengê derketiye.

Hêja Esker di nivîsa xwe ya hanê da, behsa serdana xwe ya qebrê Ehmedê Xanî dike.

Helbestvanê dilşewat, hestên xwe wekî şairekî dildarê azadiya gel û welat nivîsandibû, ku hingê nivîsa hanê bandoreka bi hêz danîbû li ser min.

Duhînê, ango di 6'ê meha Cotmeha sala 2009'ê da, ez jî çûme hecê.

Lê hecê min ne wek ya Eskerê Boyîk e. Hêşta nesibê min nebûye, min serdana qebra Ehmedê Xanî nekiriye. Ez çûme Laleşa Nuranî. Belê, cara yêka nîn e, ku ez diçime Laleşê.

Berê jî, min çend caran serdana perestgeha birayên xwe Êzidî kiribû. Lê belê serdana min a dawî ji yên berê cudatir e. Ji ber ku 6'ê meha Cotmehê, destpêka "Cejna Cema" ye.

Destên te xwe ş kek Esker
17/08/2009

Nevzat Karakeçi/Amed

Weşanxaneya DENGê, piştî romanên "Xezeba Xwedê û Gundê Êzîdiyan" û "Xezeb"ê ku berdewamiya hev in, bi navê "Ez Kilameke Melûl im" pirtûkeke din ya helbestan ya nivîskar û helbestvanê kurd birêz Eskerê Boyîk gihand ber destê xwendevanên kurd. Destên te xweş, dilê te bi evîn, tu emirdirêj bî be kek Esker...

Roja bîranînê li Oldênbûrgê hat derbazkirin
17/08/2009

 Dîrok nayê ji bîrkirin. Eger bûyarên dîrokê yên reş neyên wekilandin gerekê wan bûyaran timê ji bîr bînin.

Eva çend, sale Mala Êzdiyan ya Oldênbûrgê ji xwera kirye edet, sala çareke, roja bîranîna cangoryan dide derbaskirin. Salên ewlin 25 heziranê ew roj dihat bîranîn.

Roja bîranînê wek rojeke sîmvolîk hatibû hildan. Ji bo ewqas ferman, qetlyam û rojên reş hatine serê civaka Êzdiyan, ku rojeke kivş e ji ya din kifştir tune bû, gişk jî ji hev xirabtir bûn. Komkujya Girezêr û Sîba Şêx Xidirê ya 14 tebaxê sala 2007 rastkirin kire nava pirsgirêkê. Bi pêşnyara endem û xêrxazên malê, biryar hate stendin, 14 tebaxê wek roja CHANGORYÊ CIVAKA ÊZDIYAN bê qebûlkirin.

14 tebaxê roja bîranîna Cangoryan
03/08/2009

Cihanê da, dijwer gel yan civakeke usa hebe, ku ewqas ferman, zulm û komkujî dîtibe çiqas êzdiyan...

Di dîroka xweye dûr û dirêj da, ev civaka xwedênas ji bo bawaryê xwe di alyê dewlet, deshilatdarî û bawariyên hukumdar va tim rastî neheqiyên hişk û qetlyama hatiye.

Bi sedan hezaran zarok, kal, pîr, zilam û pîrekên Kurdên êzdî yên bê sûc û gune, bê sebeb wê rê da hatine qetilkirin, bi desê zorê qulibandine, yan ji bo serê xwe xilazkin xelkê cî- werê kal-bavên xwe, milk û malên xwe hîştine, destê zarokê xwe girtine reviyane xerîbiyê.

  1   2   3   4     Right        

Последние сообщения форума: